15:09 23 Hezîran 2018
Diyarbakır Barosu Başkanı Tahir Elçi'nin vurulmadan önce yaptığı basın toplantısı

Dozgeriyê ji Tahîr Elçî re got ‘endamê rêxistina terorê'

© AFP 2018 / ILYAS AKENGIN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê welatiyê ku fotografekî rê û resma cenazeyê Tahir Elçî parvekiribû û gotibû ‘Em ne di şînê de ne, em di serhildanê de ne' xwest bê sizadan.

Merasîma defnkirina Tahir Elçi
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bikarhînerê medyaya civakî welatiyê bi navê Berat B. yê ku fotografekî rê û resma cenazeyê Tahir Elçî parvekiribû û gotibû ‘Em ne di şînê de ne, em di serhildanê de ne' bi hênceta ‘propagandaya rêxistinê û pesindayîna sûc û sucdar xwest ji salekê heta 7 salan bi cezayê girtîgehê bê sizadan.
Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansiyê (MA) dozê li ser lêpirsînê li ser e-maileke gilî hate destpêkirin. Piştî lêkolîn û lêpirsîneke hate îddiakirin ku hesabê ku parvekirine mewzubehs parvekiriye yê Baran e. Herwiha 6 parvekirinên din ên Baran jî bûne mijara sûcdariyê.

SERDOZGERIYÊ TAHÎR ELÇÎ KIRE ENDAMÊ RÊXISTINE

Dozger derbarê fotografê rê û resma cenazeyê Serokê Baroyê Amedê Tahîr Elçî de nirxandineke skandal kir û wiha got:

"Li ser fotografê cenazeyê endamê rêxistina terorî şîrove kiriye û gotiye ‘em ne di şînê de ne, em di serhildanê de ne…'"

 

 

Bi heman mijarî:

DNAya ku jixweber çêdibe hate bi pêş de birin
Kurdistanê 80 milyon dolar dan hilberînerên petrolê
Serokê Hizbullahê: Herîrî li Erebistana Siûdî di girtîgeha malê de ye
Herêma Kurdistanê: Pêşeroj ne diyar e
Maradona bi Maduro re fûtbol lîst û got: Em leşkerên Madûro ne.
Amedspor dê di lîga 1. de têbikoşê
Şoygu: NATO çekên êrîşê sewqî sînorê Rûsya dike
Etîketan:
Rê û resm, Medyaya Civakî, Darizandin, Serdozgeri, Tahir Elçi, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de