22:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Selahatin Demirtaş

    Parlamenterê AKPyî ji ber heqareta li Demîrtaş kirî ceza xwar

    © AFP 2017/ JOHN THYS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Dadgeha 2. a Cezayê Asliye Hiqûqê biryar da ku parlamenterê Îzmîrê yê AKPyî Huseyin Kocabiyik, di hesabê xwe yê medyaya civakî de parvekirinên ku derbarê hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş de heqaretê dihewînin parvekirine û ji bo vê dê 4 hezar lîreyê Tirkî (1.030 Dolar) tezmînatê dê bide Demîrtaş.

    Parlamenterê Îzmîrê û Endamê Komîsyona Berevaniya Niştimanî ya Meclîsa Tirkiyê Huseyin Kocabiyik, di 10ê cotmeha 2016an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, derbarê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demirtaş de peyamek parvekiribû. Li ser vê parvekirina Kocabiyik parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman, li Dadgeha 2. a Cezayê Asliye Hiqûqê bi idîaya ‘heqaretê' doza tezmînata manevî ya 20 hezaran vekir.

    Di dadgeha ku doh hate li darxistin de, parezerê Demirtaş Mahsuni Karaman got, gotinên ku ji aliyê Kocabiyik ve hatine parvekirin ne di çarçoveya serbestiya îfadeyê de ne û êrîşa li ser mafên kesayetiyê ne û xwest ku doz were qebûl kirin.

    Dadgeha 2. a Cezayê Asliye Hiqûqê jî doz bi qismî qebûl kir û biryara da ku Kocabiyikê AKPyî 4 hezar lîreyê Tirkî tezmîna manevî bide hevserokê HDPê Selahatin Demirtaşî.

    Bi heman mijarî:

    'Bila welatiyên di nava HDP û PKKê de xwe radestî Artêşa Tirk bikin'
    Hevserokên HDP û BDPê yên şaxa bajarê Erdexanê hatin binçavkirin
    Parlamenterê HDP: Gundî hatin bombebarankirin
    HDP: Em AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin
    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    HDP beşdarî merasîma Parlamentoya Tirkiyeyê nebû
    HDP derbarê referandûma Kurdistanê de daxuyanî da
    Etîketan:
    biryar, niştimanî, dadgeh, Selahatin Demirtaş, Huseyin Kocabiyik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de