04:22 16 Kanûn 2017
Zindî
    Konsert

    Koma muzîkê ya navdar Rastak dê li Stenbol û Amedê konseran bide

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Koma muzîkê ya Îranî Rastak ku di van salên dawî de li cîhanê gelekî navdar e ji bo du konseran pêşkêş bike, diçe Tirkiyeyê. Koma Rastak 23-25ê mijdarê de yek jê li Stenbolê yek jê jî li Amedê dê 2 konseran li dar bixe. Rastak cara ewil e dê li Stenbolê konserekê pêşkêş bike.

    Koma Rastak ku di sala 1997an de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kiriye, bi xebatên xwe yên ceribîner tê nasîn. Koma Rastak komeke pirzimanî ye; bi Kurdî, Farisî, Erebî, Tirkî û gelek zimanên ku li Îranê têne axaftin stranan dibêje. Koma Rastak heya niha çendek albûm derxistine û li gelek dewletan konser li dar xistine. Komê heya niha li dewletên wekî Brîtanya, Avûstûrya, Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, Hollanda, Swêd, Amerîka, Kanada, Avûstralya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye, Gurcistan, Belçîka, Ûmman, Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî û Belarûsê jî konser li dar xistine.

    Rastak bi taybetmendiya xwe ya ku stranên gelerî ji nû ve şîrove dike, teknîkên muzîkê bi taybetî yên muzîka Îranî û têkelheviya teknîkên modern balê dikşîne. Rastak berî niha di sala 2014an de li Amedê tevî muzîkjena Xorasanî Yelda Abasî bi pêşengiya Komelaya Navenda Çandê ya Dicle û Firatê konserek li dar xistibû.

    Rastak di 23ê mijdarê de li Stenbolê û di 25ê mijdarê de jî dê li Amedê derkeve ser dike.

    Bi heman mijarî:

    Mehmet Ali yê cizîrî bi Anne Marie re konser da
    Ji bo leşkerên rûsî ya li Sûriyayê konser
    Li Palmîrayê bi rêvebiriya şefê orkestraya rûsî konser
    Tarkan ji bo kîjan partiyê konser dide?
    Etîketan:
    teknîk, konser, rastak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de