02:41 13 Kanûn 2017
Zindî
    Newroz

    Parêzera Kurkut ku li Amedê hat kuştin: Kefa mêzênê carek din şaş bû

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Parêzerê malbata Kemal Kurkut ku ji aliyê polîsekî tirk ve li Amedê hat kuştin, Reyhan Yalçindag li ser biryara red kirina girtina polîsê kujer Y.Ş. ragihand ku dadgeh ji bo sîyasetmedar, şaredar û rojnamevanan cuda biyar dide, ji bo polîsekî kujer jî cuda dide. Hemû delîlên kuştinê hatine komkirin, lê dadgehê dîsa biryara girtina polîs neda.

    Kemal Kurkut di pîrobahiyên Newrozê ya li Amedê de ji aliyê polîsekî tirk ve bi îdiaya dibe Kurkut xwekuj be hatibû kuştin. Piştre di dîmenan de derket holê ku Kemal Kurkutê ku ji aliyê polîs ve hat kuştin tazî bûye. Piştî kuştina Kurkut li polîs doz hatibû vekirin û dadgehê jî biryara bêgirtî ji bo darizandina polîs dabû. Li ser vê yekê parêzera malbata Kurkut, Reyhan Yalçindag, bi gumana ku dê delîlan winda bike û bireve ji bo girtina bersûc Y.Ş. ji 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê xwest ku Y.Ş. bê girtin. Dadgehê îtiraza Yalçindagê nirxand û bi yekdengî girtina polîsê bersûc red kir.

    ‘JI 60 POLISÊN ŞAHID HÊJ TU KES NEHATİYE GUHDARKIRIN'

    Parêzerê malbatê Reyhan Yalçindag biryara dadgehê ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re nirxand û diyarkir ku dadgeh di biryara xwede baldikşîne ser hinceta girtinê û di heman biryarê de vê hincetê ji holê radike û got: "Mi got em derbasî merheleya dozê bune. Di dosyeyê de 60 polîsên şahidê buyerê hene û dê werin guhdarkirin. Lê heta niha polîsek jî nehatîye guhdarkirin. Ev winda kirina û bandorkirina li ser delîla ne. Bi sedema ku şahid jî weke delîlin. Mi di daxwaznameya xwede got ku polîsên şahid û ew polîs hevalên hevin û îhtîmala bandora li ser wan zêdeye. Ji xwe divê di destpêka dozê de bi hatina girtin lê nehat girtin. Serdozger jî diyarkir ku ev sucê gitinê ye. Lê nehat girtin."

    ‘KEFA MÊZÊNÊ JI BO KUJER Û SİYASETMEDARAN CUDA YE'

    Yalçindag balkişand ser hinceta girtina sîyasetmedar, şaredar û rojnamageran û wiha berdewam kir: "Hinceta dewam kirina girtina sîyasetmedar, şaredar û rojnamevanan weke ‘windakirina delîlan' tê nîşandan. Hemu delîl hatine komkirin lê bi hinceta dê ‘delîla winda bikin' biryara dewam kirina girtina wan tê dayîn. Ev biryarek ecêb e. Delîl hatine komkirin, rîska windakirin û bandora li ser delîla nema ye û qedexeya derketina dervê welat heye lê biryara dewama girtinê tê dayîn. Lê ji bo kujerek wiha biryarek bi vî rengî tê dayîn. Gumanbar heta duh nizanibu ku bi muebbetê tê darizandin. Hêj nû hinbu. Ka gelo piştî vê dê were runiştina dozê? Kefa mêzênê carek di şaş bu. Em ê kêmasîya temam bikin û di 14ê mehê de carek di serî li dadgehê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Cendirme û polîsên tirk bi şaşî şer kirin: Kuştî û birîndar hene
    Dîmenên ku tê îdiakirin polîsên tirk li Amedê jin û zarokan tazî dikin derketin holê
    Polîsên Tirk li Wanê 3 kes desteser kirin
    HPG: 5 polîsên tirk hatin kuştin
    Etîketan:
    darizandin, kuştin, Sputnik, Kemal Kurkut, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de