05:24 12 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    Amerîkayê daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê bo YPGê red kir

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ku bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re hevdîtin pêk anî ragihand ku Pence jê re gotiye ku çekên didin YPGê dê bêtir bişopînin.

    Li gorî ragihandina NTVyê Yildirim di vegera ji New York ê di nav balafirê de ji rojnamegeran re axiviye.

    Yildirim diyar kiriye ku, "DAIŞ bidawî bûye û min ji wan re gotiye ku hevkariya xwe yê bi YPGê re êdî bidawî bikin. Pence ji min re got ku piştgiriya wan dê dewam bike, lê çekên didin YPGê dê bêtir bişopînin û di demeke nêz de dixwazim werim Tirkiyeyê."

    Herwiha Amerîka di çerçoveya şerê li dijî DAIŞê gelek çek û cebilxane dabû Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk te.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji YPGê re hinek çekên din şandin
    YPGê bersiva îdiayên Iraqê da
    Fermandarê Iraqî: Bi vekişîna YPGê re, deriyê sînorê Rebîeyê ket kontrola artêşa Iraqê
    'Erebistana Siûdî ji bo YPGê alîkarî şand'
    Endamekî YPGê yê Brîtanî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    çek, YPG, Mike Pence, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de