00:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mûsil leşkerê Iraqê DAIŞ

    Li Stenbolê 82 kesên ku ji bo DAIŞê şer kirine hatin desteserkirin

    © AFP 2017/ Mahmud SALEH
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çerçoveya operasyona li dijî endamên DAIŞê yên li 7 navçeyên bajarê Stenbolê de 82 endamên DAIŞê yên biyanî hatin destserkirin. Hate ragihandin ku wan li ser navê DAIŞê şer kirine.

    Li gorî daxuyaniya Midûryeta Ewlekariya Stenbolê operasyona hemxwext li navçeyên Bagcilar, Beykoz, Faih, Kuçukçekmece, Pendik, Sancaktepe û Şişliyê li dar xistine.

    Hate eşkerekirin ku di operasyonê de 82 endamên DAIŞê ku li ser navê rêxistinê şer kirine û dîsa ji bo şer biçin Sûriyeyê hatine desteserkirin.

    Hate ragihandin ku gumanbarên k udi operasyonê de hatine desteserkirin piştî karên li ewlekariyê dê sewqî dadgehê werin kirin.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
    DAIŞ li bajêr hat dorpêçkirin
    DAIŞ herêma xwe diguherîne
    Pêşmergeyên Jin: DAIŞ nikare şerê me bike her têk diçe
    DAIŞ kete bajarekî Iraqê û hinek taxên wê bi dest xistin
    Etîketan:
    DAIŞ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de