10:18 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan di axaftineke xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de diyar kir ku navê ‘Kurdistan'ê ji aliyê wê parlamentoyê ve bi tîpa biçûk tê nivîsandin û got, "Ev yek ji bo çit ê kirin?"

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan bi bîr xist ku di serdema 24 û 25an a Parlamentoya Tirkiyeyê de navê ‘Kurdistan'ê li gorî qaîdeyên zimanê Tirkî, bi tîpa mezin dihat nivîsandin lê stenografên parlamentoyê êdî wî navî bi tîpa biçûk dinivîse û got, "Kê ew maf daye wan stenografan ku navê Kurdistanê bi tîpa biçûk dinivisîn?"

    Botan diyar kir ku wî beriya niha di derbarê mijarê de pirsniyazeyek pêşkeşî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Îsmaîl Kahraman kiriye û got, "Bersiva birêz Kahraman dûrê aqila ye. Dibêje tiştekî bi navê Kurdistanê tune ye. Ji ber wê yekê ev nava bi tîpa biçûk tê nivisîn."

    Parlamenterê HDPyî anî ziman ku navê Kurdistanê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayip Erdogan bi xwe ve hatiye bikaranîn û got, "Ev nav ji dema Siltan Sencer ve heye. Welatekî bi navê Kurdistanê heye. Kurd neteweyek e, zimanê wan heye û axa ku ew li ser dijîn jî Kurdistan e. Li Bakurê Iraqê Rêveberiya Herêma Kurdistanê heye û bi wan re bi awayekî fermî danûstandinên bazirganiyê tên kirin. Bi nivîsandina tîpa biçûk ji bo navê 'Kurdistan'ê, beriya her tiştî hûn îxanetê li zimanê xwe yê Tirkî dikin."

    Bi heman mijarî:

    Goranê ji bo guhertina navê Kurdistanê hişyarî da Ebadî
    Navê namzedê pêşîn yê ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere bû
    Iraq li navê Kurdistanê hat zêdekirin
    Kurdan partiyeke nû bi navê ‘Bereya Paşeroja Kurdistanê' damezrand
    Li Tirkiyeyê kurdek ji ber navê 'Kurdistanê' hat girtin
    Li Bakûrê Kurdistanê navê 2 firokexaneyan hate guhertin
    Etîketan:
    tîpa biçûk, Kurdistan, Parlamenterê HDPê yê Wanê, Lezgîn Botan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de