00:32 25 Gulan 2018
    Ayhan Bilgen

    Ayhan Bilgen: Ger Zarrab biaxive...

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Rêxistina bajarê Izmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreya duyemîn a asayî li Gol Gazinosuyê lidar xist. Di kongreye de Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen axivî.

    Ayhan Bilgen bal kişande ser rewşa beriya 7ê Hezîranê û diyar kir ku Tirkiye ketiye rewşa rehîneyan û got, "Dixwazin Riza Zarrab rizgar bikin. Çimkî ditirsin. Ger Zarrab biaxive dizanin ku dê her tişt tevlîhev bibe."

    Ayhan Bilgen eşkere kir ku, eger armanca we mezin be dê barê we jî giran be û wiha berdewam kir, "Eger armanca we mezin be berdêla ku hun bidin jî dê giran be lê bi hêvî me. Em hatine dawiyê fîlmî. Yên ku bi me, parastvanên mafê mirovan, rojnamegeran, akademîsyenan, hevserokan, şaredaran muamelaya rehîneya dikin ew bixwe jî bûne rehine."

    ‘TIRKIYE REHÎN KIRINE'

    Bilgen balkişan ser wê yekê ku Tirkiye bi polîtikayên xwe yên siyasî ketiye rewşa rehîneyan û wisa pê de çû, "Ew ên ku di serdanên Amerîkayê Fethullaah Gulen dixwestin niha em dibinin ku Riza Zarrab dixwazin. Dixwazin Zarrab xilas bikin. Çimkî ditirsin. Ger Zarrab biaxive, dizanin ku dê her tişt tevlîhev bibe. Eger bo xilasiya xwe Riza Zarrab li xwe mikur were dizanin dê çiqasî serê malbata begefendî biêşê. Lewra îro gotin divê em Tirkiyeya ku ketiye rewşa rehîneyan rizgar bikin."

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Biryara girtina Bilgen hat rakirin
    Ayhan Bilgen: Em hêj jî piştgiriya bûyerên ji bo Kobaneyê dikin
    Ayhan Bilgen hat tehliyekirin
    Ayhan Bilgen piştî 7 mehan derdikeve pêşberî dadger
    Ayhan Bilgen: DAIŞ çawa kampanyaya ‘NAyê' birêve dibe?
    Etîketan:
    rizgarî, rehin, Kongre, Riza Zarrab, Ayhan Bilgen, Izmir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de