09:43 24 Nîsan 2018
    Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder

    Çîroka Selahatin Demirtaş dibe fîlm

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Parlamenterê Enqerê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Siri Sureya Onder ji rojnameya Tirkiyê Cumhuriyet re axifî û got; "Di destê me de agahiyên bi kitekit hebûn ku di hefteya 4ê mijdarê de dê tiştekî bikin.

    Selahattin Demirtaş
    © AP Photo / Petros Giannakouris
    Parlamenterê HDPê Siri Sureya Onder li ser girtina parlamenterên HDPê û projeyên nû yên hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş axifî. Onder li ser girtina parlamenteran bal kêşand ser ku ew agahdar bûn ku wê tiştek bibe û weha berdewam kir: " Ya rastî agahiyên bi kitekit gihabûn me ku dê 4ê mijdarê de tiştekî bikin. Me dizanîbû ku dê bi lîsteyeke ji 10 navan pêk tê, dê destpêbikin. Kêm zêde navek du nav guherîn.

    "EZ Ê JI ÇÎROKA WÎ FÎLMEKÎ ÇÊKIM"

    Onder da zanîn ku ew ê çîrokeke Demirtaşî bike film û weha pê de çû: "Belkî em ê çîrokeke di kitêbê de hilbijêr in, belkî jî Selahatin Beg dê surprîzekê li me bike û çîrokeke nû binivîse. Çîroka wî em ê bikin fîlm. Heke ew jî qebûl bike, ez ê derhêneriya fîlm bikim. Em ê pêvajoya nivîsîn û berhemhênariyê bi awayekî kolektîf çareser bikin. Em vê jî cara ewil ji raya giştî re bêjin.

    Bi heman mijarî:

    Dê Selahatin Demirtaş dernekeve mehkemê
    Mehkemeya Selahatin Demirtaş diyar bû
    Demirtaş bo Mam Celal peyamek weşand
    Xelata Ahmet Kaya îsal dane Selahattin Demirtaş
    ‘Dadgeh dibêje ji bo doza Demirtaş Amed ne ewle ye!'
    Demirtaş diyarî ji Kiliçdaroglu re şand
    Etîketan:
    kitêb, fîlm, çîrok, Siri Sureya Onder, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de