13:32 18 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li bajarê Manîsayê di merasîma vekirînên komî de axifî û got: "Em ê li Suriyê û Iraqê hemû kampên terorîstan ku me tespît kirine ser û bin î hev bikin bila wisa were zanîn."

    Erdogan di axaftina xwe de bal kêşand ser şer û pevçûnên van rojên dawî û weha pê de çû: "Di nava du rojan de 9 şehîdên me hene. Ez careke din ji vir radighînim. Tiştek ji berdewamiya welat û milete me giringtir tuneye. Em ne mecbûr in rêxistinên terorî yên li derveyî welatê me tên bixwedî kirin, perwerde kirin û bi çek kirin bi xwîna zarokên xwe bidin sekinandin. Terorîst li kû derê bin mafê me ye em li wir biçin ser wan. Niha gelek deverên li Iraqê û Suriyê wekî hêlînên terorê ne."

    "EM BI BIRYAR IN KU HEMÛ ÇIRAVÊN TERORÊ TUNE BIÇIKÎNIN"

    Erdogan da zanin ku: "Em bi biryar in ku hemû çiravên terorê biçikînin. Em ne mecbûr in ji kesî destûrê bixwaz in. Operasyonên me yên ku Li Cerablûs û El Babê serkeftî encam bûn û li Idlîbê serkeftî berdewam dikin, heye ku li herêmên din jî berfireh bibin. Kesên ku li wan deran tiştekî wan heye an vedişêrin bila tevdîra xwe bigrin. Paşê bila nexiyidin.

    Serokomarê Tirk di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Em neçar in metirsiya terorê dûrê sînorê xwe bigirin. Em ne mecbûr in ji hinekan destûrê bigirin. Ger otorîteya li wir pirsgirêka Qendîl û Şingalê çareser neke, em wan deran bi erdê ve bikin yek."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    ‘Erdogan ji bo ruxandina Kemalîzmê hat, lê niha xwe teslîmî wê kir’
    Erdogan ê ku Haşdî Şabî wekî terorîst didît bi fermandarê Haşdî Şabî re hevdîtin pêkanî
    Pûtîn û Erdogan axivîn: Projeyên enerjiyê û Sûriye hat gotûbêjkirin
    Erdogan: Sedemên îstîfaya xwe bi hurgilî ji gel re bêjin
    Erdogan û Ebadî civîna çapameniyê ya hevpar li dar xistin
    Erdogan bo Gokçek: Cara duyem tu hatiye çi?
    Etîketan:
    rojên, pevçûnên, dawî, Recep Tayip Erdogan, Manîsa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de