08:18 27 Gulan 2018
Mitînga HDPê ya Amedê li Qada 5ê Hezîranê (Îstasyonê) bi beşdarbûna 30 hezar kesan hat lidarxistin.

Bilgen: Divê siyasetmedarên kurd fêm kiribin bi petrolê siyaset nabe

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro di komcivîna partiya xwe de di derbarê rewşa li Herêma Kurdistanê de axivî û rexne li siyasetmedarên kurdan girt. Bilgen got, "Divê siyasetmedarên kurd jî fêm kiribin ku li ser pêbawerbûna bi petrolê nabe siyaset were kirin."

Referandûm - Kurdistanê
© Sputnik / Hikmet Durgun
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, ku di rojên borî de ji girtîgehê hatibû azadkirin, îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna partiya xwe de di derbarê rewşa li Herêma Kurdistanê de axivî.

Bilgen di axaftina xwe de got, "Ger ku li hemberî koçkirina 175 kesên li Başûrê Kurdistanê kêfxweş bibin, hûn dê nikaribin li ser aşitiya li cîhanê ya wekî îdiaya avakirina komarê tiştekî bibêjin. Divê siyasetmedarên kurd jî fêm kiribin ku li ser pêbawerbûna bi petrolê nabe siyaset were kirin. Lê hîç nayê qebûlkirin ku bedela vê şaşiyê gel bidin."

Berdevkê HDPê herwisa di axaftina xwe bal kişand ser rewşa serokê PKKê Abdullah Ocalan jî û got, "Ji 27ê Tîmeha 2011an û vir ve destur nayê dayîn ku Ocalan bir parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Em behsa lutfekê nakin, behsa pêkanîn mafê herî bingehîn dikin."

Bi heman mijarî:

Nivîskarê Avustralyayî: Welatên Rojavayî mafê bo Filîstînê dixwazin bo Kurdistanê naxwazin
"Ebadî birijd e ku dawiya xweseriya Herêma Kurdistanê bîne"
Fransayê li ser biryara Barzanî û rewşa Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Ji Almanya û Fransa daxuyaniya Kurdistanê
Berpirsê YNKê: Roj bi roj gefên Bexdayê li ser Kurdistanê zêde dibin
Etîketan:
siyasetmedarên kurd, Berdevkê HDPê û Parlamenterê Qersê, Ayhan Bilgen, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de