18:02 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sibel Yigitalp

    ‘Berhemên dirokî yên Sûrê li ku ne?'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Parlamantera HDP ya Amedê Sibel Yigitalp ragihand ku berhemên dirokî yên Sûrê winda ne û têkildarî mijarê de tu daxuyanî nayê dayîn. Yigirtalp got: "Heger hun ji xwe bawer bin bila ji hêla saziyên sivîl ve komîsyonek were avakirin û li bila li Sûrê lêkolin bike ku ka xerakirina berhemên dirokî çawa tê çêkirin."

    Platformo Ji Xerakirina Sûrê Re Na û parlamanterên HDPê têkildarî xerakirina xaniyên Sûrê li taxa Alipaşa daxuyanî da. Parlamantera HDP ya Amedê Sibel Yigitalp têkildarî xerakirina xaniyên dirokî de axivî û diyar kir ku Sûr bi îhaleyan ji rantê re hatîye vekirin. Yigitalp got "Sûr xwediyê dîroka 7 hezar sala ye û 36 şaristanî li vir jîya ye. Aniha ev dîrok û şaristanî ji bo rantê tê xerakirin. 25 hezar kes bi zordarî tê koçkirin."

    ‘BERHEMÊN DIROKÎ LI KU NE?'

    Yigitalp balkişand ser berhemên dirokî yên Sûrê û wiha axivî: "Li vê qada dirokî ew berhemên dirokî li ku ne? Hun wan çawa derdixin û divin ku? Ne diyare ku ew berhemên dirokî li ku ne. Têkildarî vê mijarê daxuyanî nadin. Kîja şirket dikeve ihaleyan? Em dizanin ku ew şirket yên kê ne. Heger hun ji xwe bawer bin bila ji hêla saziyên sivîl ve komîsyonek were avakirin. Bila ev komîsyon li Sûrê lêkolin bike ku ka xerakirina berhemên dirokî çawa tê çêkirin û ew kes ên ku koç dikin bi dxwaza xwe an bi zorê hatine derxistin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'
    HPGê ji bo Sûr û Qoserê daxuyanî da: Em ji bo mirovên sivîl xemgîn in
    SÛR - Li navçeyê li 6 kuçeyan qedexe hat rakirin!
    Sûr bi awayekî dijminî tê bombebarankirin!
    SÛR - 91 roj in nikarin ji malên xwe derkevin!
    Etîketan:
    Parlamentera HDPê ya Amedê, Sibel Yigitalp, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de