08:36 23 Nîsan 2018
    Besime Konca

    ‘AKP bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bide'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Besime Konca di komxebata bi navê "Rêveberiyên heremî, jin û qeyûm" de axivî û got "AKP niha derdikeve ji bo hinek bajaran rexnedayîna xwe dide û dibêjin ‘me îxanet li wan bajaran kir'. Heger îro rexnedayîna xwe didin bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bidin."

    Jinên DBP û HDPê li Amedê bi navê "Rêveberiyên heremî, jin û qeyûm" komxebatek li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Besime Konca, Hevseroka KCDê Leyla Guven, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBPê Hacer Ozdemir û nûnerên saziyên jinan beşdarî komxebatê bûn. Axaftina destpêkirina komxebatê ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan a HDPê Besime Konca ve hat kirin û got "Xwezî hevşaredarên me yên girtî jî li vir bûna û nêrinên xwe bi me re parvekirina."

    ‘ÊRÎŞÊN KU TÊN KIRIN BIRDOZÎ Û POLÎTÎK IN'

    Konca bal kişand ser girtina hevşaredarên HDPê û wiha axivî: "Di rêveberiyên heremî de em gelek pêşketin. Em bi ser ketin û ji ber vê yekê em dîl hatin girtin. Êrîşên ku tên kirin birdozî û polîtîk in. Li hemberî van êrîşan me herdem li berxwe da. Em hebûn û em ê hebin. Salek derbas bû ku qeyûm hatin tayînkirin lê hêj hevalên me derneketine dadgehê. Ew hatin girtin lê doza wan em dimeşînin."

    ‘AKP BILA JI BO CIZÎR Û SÛRÊ JÎ REXNEDAYINA XWE BIDE'

    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-
    © AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
    Konca îstîfayên şaredarên AKPê bi bîr xistin û wiha berdewam kir: "Ji bo şaredarên ku ji peywirê hatin girtin tu daxuyaniyê nadin. Lê em dizanin ku ew hevşaredar bi FETO re têkildar bûn. Diziya wan eşkere ye. AKP niha derdikeve û ji bo wan bajaran rexnedayîna xwe dide. Dibêjin ‘me îxanet li wan bajaran kir'. Heger îro rexnedayîna xwe didin bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bidin. Bi xespkirina şaraderiyên DBPê divê sûcê xwe eşkere bike."

    Pişt re Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û got "Gotina desthilatdariyê ya 'destpêkê li jinê bixin' Ocalan berovajiyê wê dibêje. Ji ber wê em bi felsefeya Ocalan têkoşînê didin. Bi têkoşînek mezin jinan di rêveberiyên herêmî de cihê xwe girt."

    Alîkara hevserokên giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr jî anî ziman ku girtin û desteserkirin dê têkoşîna jinê asteng nekin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDPê: Serdana Ebadî plana şerekî nû li dijî kurdan e
    Ekîba Akşenerê bi HDPê re têkilî danî
    Hevserokên şaxa Stenbolê yên HDPê hatin desteserkirin
    Parlamentera HDPê: Dema mijar dibe Kurd hemû dewlet dibin yek
    Etîketan:
    Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê, Besime Konca, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de