12:59 17 Kanûn 2017
Zindî
    Ciwanê ku xwest xwe bişewitîne

    Ji ber zabitayan xwest xwe bişewîtîne

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amedê ciwanê ku li ser dezgehê ava fêkiyan difroşe ji ber zabitayên ku dixwazin dezgeha wî rakin, xwest xwe bişewitîne. Piştî demek dirêj polîsan ciwan qane kir û ciwanê jî çalakîya xwe bi dawî kir.

    Li Kolana Hûnerê ya Amedê ciwanê ku zabitayan xwest dezgeha wî ya ku ava fêkiyan difroşe rake, xwest ku xwe bişewitîne. Ciwanê bi navê Onur demek dirêj ji ber zabitayan nikare bixebite û ji bo nerazîbûna xwe bide nîşandan bi kêr û benzinê derket ser dezgeha xwe. Ciwanê benzîn li dezgeha xwe kir û kêr danî ser qirika xwe û bertek nîşanî zabitayan da. Ciwan dema axaftina xwe de got "Ez li du nanê xwe me. Ev doza nan e ne doza tiştek di ye. Êdi bes e, ez karekî xerab nakim. Ez dixwazim nanê xwe bixwim." Welatiyên derdorê xwestin ew daxin lê ciwan kane nebu û çalakîya xwe berdewam kir.

    Ciwanê ku ji ber zabitayan xwest xwe bişewîtîne
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Ciwanê ku ji ber zabitayan xwest xwe bişewîtîne

    Piştre polîs, ambûlans û îtfaiye çûn cihê bûyerê. Midûrê polîsan bi ciwan re axivîn û soz da ku dê pirsgirêka wî çareser bike. Piştî demek dirêj ciwan qane bû û daket.

    Etîketan:
    zabita, ciwan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de