23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Deriyê sînor ê Cilvegozu

    Piştî Cejna Qurbanê 22 hezar sûriyeyî venegeriyan Tirkiyeyê

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di Cejna Qurbanê de 120 hezar û 826 sûriyeyiyên ku ji deriyê sînor ê Cilvegozuya Reyhanliya Hatayê çûbûn welatê xwe 22 hezar û 640 kes ji wan li Sûriyeyê man û venegeriyan Tirkiyeyê.

    Sûriyeyiyên ku ji bo Cejna Qurbanê çûbûn welatê xwe divê hetanî 25ê Cotmehê dîsa vegeriyana Tirkiyeyê. Walîtiya Hatayê ji bo vegera sûriyeyiyan daxuyaniyek belav kir û got: "Ji 120 hezar û 826 sûriyeyiyên ku ji bo Cejna Qurbanê çûbûn welatê xwe 22 hezar û 640 kes venegeriyan Tirkiyeyê."

    Walîtiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Karê sûriyeyiyên ku ji bo Cejna Qurbanê di deriyê sînor ê Cilvegozuyê de çûbûn welatê xwe qediya. Ji 1ê Hezîranê hetanî 23ê Hezîranê 120 hezar û 826 sûriyeyî ji bo Cejna Qurbanê vegeriyan welatê xwe. Ev sûriyeyî di 5ê Tîrmehê de dest bi vegerê kirin. Ji 5ê Tîrmehê hetanî 25ê Cotmehê 98 hezar û 186 sûriyeyî vegeriyan Tirkiyeyê û 22 hezar û 640 kes jî li welatê xwe man."

    Bi heman mijarî:

    Generalê Sûriyeyî: Di depoya DAIŞê ya li Mayadînê de jî çekên NATOyê derketin
    El Meyadîn: Tirkiye her meh 30 penaberên sûriyeyî dikuje
    Şoygu xelat da generalê sûriyeyî ku gundê El Hadar ji destê DAIŞê rizgar kir
    Rûsya û muxalifên sûriyeyî li ser herêmeke nû ya agirbestê li hev kirin
    Encamên anketê diyar bûn: Penaberên sûriyeyî pêşeroja xwe li Tirkiyeyê dibînin
    Li Tirkiyeyê hezar û 660 zarokên sûriyeyî windayî ne
    Etîketan:
    Sûriyeyî venegeriyan Tirkiyeyê, Walîtiya Hatayê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de