08:49 25 Mijdar 2017
Zindî
    Deriyê sînor ê Kurdistanê

    Tirkiye ji bo radestkirina deriyê Îbrahîm Xelîl ket tevgerê

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 31204

    Piştî pêşniyara Desteya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) ya derbarê radestkirina deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl (Xebûr) bo Iraqê, Tirkiye ket tevgerê û ew pêvajo bi hatina Şirnexê ya karmendên Iraqî hat destpêkirin.

    Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê bi mebesta radestkirina deriyê sînor bo Bexdayê çend karmendên Iraqê bi rêya hewayî hatine Şirnexê û bi rayederên Tirkiyê re li ser nexşerêya wergirtina deriyê Îbrahîm Xelîl danûstandinê dikin.

    Herwiha li gor medya tirk tê çaverêkirin ku ger pêşmerge berxwe bide, hêza leşkerî jî ji bo radestkirina deriyê sînorî were bikaranîn.

    Hikûmeta Bexdayê piştî encamdana referandûma serxwebûnê li 25ê Îlonê, ji Herêma Kurdistanê biryara çend dorpêçên sizakirinê dabû ku yek ji wan radestkirina deriyên sînorî bo hikûmeta navendî bû, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev siza red kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Şêx Cafer: Bafil xayîn e, Îran û Tirkiyê rê ji Iraqê re vekir
    Ajansa YNKê: Hêzên Iraqî wê navçeyên derveyî Kurdistanê derbas nekin
    Trump: HSDê û hevkarên me bi awayekî serkeftî Reqqa şûnde girt
    Di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de şerekî giran derket
    'Rûsya û Iraq dê rewşa li Herêma Kurdistanê binirxînin'
    Hejmara turîstên Rûsî yên ku çûne Tirkiyeyê 10 qat zêde bûye
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de