01:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    Kana Komirê

    Li Şirnexê hejmara miriyên kaneyê zêde bû

    © Sputnik/ Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Di encama herifîna kana komirê ya li Şirnexê de hejmara miriyên di bin de mabûn zêde bû. Kana li bajarê Şirnexê 17ê Cotmehê herifî bû û hatibû ragihandin ku 7 karkeran jiyana xwe ji dest daye.

    Li gor zanyariyên dawî karkerekî din ê di bin kaneyê de mabû û bi giranî birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên kaneyê gihîşt 8 kesan.

    Xortê bi navê Siddik Kabak ku 18 salî bû bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneyeke taybet a bajarê Dîlokê jiyana xwe ji dest da.

    Felaketa kaneyê 17ê Cotmehê rû dabû û hatibû diyarkirin ku ew kane bi qaçaxî kar dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Colemergê ji bo 2 rojan qedexe hat ragihandin
    Şêx Cafer: Bafil xayîn e, Îran û Tirkiyê rê ji Iraqê re vekir
    Ajansa YNKê: Hêzên Iraqî wê navçeyên derveyî Kurdistanê derbas nekin
    Trump: HSDê û hevkarên me bi awayekî serkeftî Reqqa şûnde girt
    Di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de şerekî giran derket
    'Rûsya û Iraq dê rewşa li Herêma Kurdistanê binirxînin'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de