01:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pirtûk

    Li fuara pirtûkan Ihsan Eliaçik rastî êrîşê hat

    © Sputnik/ Vladimir Pesnya
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4701

    Li fuara pirtûkan a bajarê Kayseriyê girseyekê bi awayê devkî û fizîkî êrîşî nivîskar û îlahiyatnas Ihsan Eliaçik kirin. Herwiha girseyê gef û heqaret li Eliaçikî kirin. Ji ber gengeşeyê polêsan nehişt nivîskar Eliaçik têkeve qada fuarê.

    Li fuara pirtûkan a bajarê Kayseriyê, ku ji aliyê Şaredariya bajarê mezin ve cara ewil tê lidarxistin de gengeşî pêk hat. Girseyekê nehişt ku nivîskar û îlahiyatnas Ihsan Eliaçik têkeve qada fuarê. Herwiha heman girseyê gef û heqaret jî li Eliaçik kirin.

    ‘ATEÎSTÊ BÊOL, BIQEŞITE JI QEYSERIYÊ'

    Ihsan Eliaçık ji çapemeniyê re daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê kesên êrîşkar ji Eliaçik re gotine, ‘Ateîstê bêol, biqeşite ji Qeyseriyê' û her wiha êrîşkaran tevî heqaret û gefan bi awayê devkî û fizîkî jî êrîşê Eliaçik kirin. Eliaçik îdia dike ku ev êrîş, êrîşeke organîze ye û şaredariyê ew weke hedef nîşan daye. Dîsa Eliaçik diyar dike ku di encama êrîşê de birîndar nebûye lê kesên ku xwestine wî biparêzin derb xwarine.

    WEŞANXANEYAN Û YAKÎTIYA WEŞANXANEYAN BERTEK NÎŞANÎ ÊRÎŞÊ DAN

    Li ser vê yekê weşanxaneya Tekinê ya kitêbên Ihsan Eliaçik çap dike bang li weşanxaneyên din kir û ji wan xwest ku fuarê protesto bikin. Li ser vê bangewaziya Weşanên Tekinê, weşanên Ayrinti, Iletişim, Metis, Dogu, Gunisigi û On8ê jî êrîş şermezar kirin û biryar dan ku faurê terk bikin. Herwiha Yekitiya Weşanxaneyan (Yayicilar Birligi) jî daxuyaniyek da û rewş protesto kir.

    Bi heman mijarî:

    Nivîskar û dîroknasê kurd jiyana xwe ji dest da
    Nivîskar û dîrokzanê navdar ê tirk: Barzanî di siyasetê de pir jêhatî ye
    Azerbaycanê ji bo 4 nivîskar û rojnamevanên tirk lêpirsîn da destpêkirin
    Nivîskar û wergervanê navdar ê kurd canê xwe ji dest da
    Nivîskar Yanliç û Rojnamevan Çakmakçî hatin girtin
    Etîketan:
    êrîş, Nivîskar, Ihsan ELiaçik, Kayserî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de