01:00 24 Mijdar 2017
Zindî
    hdp-mîtîng

    Parlamentera HDPê: Dema mijar dibe Kurd hemû dewlet dibin yek

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4110

    Parlamentera Amedê ya HDPê Feleknas Uca got di derbarê rewşa dawî ya li Kerkûkê de got, "Bûyera Kerkûkê ne ji ber xwe bû û ya Şingalê jî ne ji ber xwe ve bû. Duh Şingal bû, îro jî Kerkûk e."

    Li gorî agahiyên Rûdawê Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca li ser rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê got, "Dema mijar dibe kurd hemû hêz û dewlet dibin yek. Niha jî dixwazin li dijî kurdan Lozaneke nû pêk bînin."

    Feleknas Uca ragihand, ku ew ti caran li hemberî bê îradekirina gelê kurd bêdeng nabin û got: "Bûyera Kerkûkê jî, bûyera Şingalê jî ne ji ber xwe ve bû. Eger me di dema xwe de hesabê komkujiya Şingalê bipirsiya niha Kerkûk jî wiha nedibû, Xaneqîn jî."

    Uca daxuyand ku ew li hemberî êrîşa li dijî Kerkûkê xembar bûye û ev tişt gotin, "Ev çend roj in xew bi çavê kurdan neketiye. Dema min êrîşa li dijî Kerkûkê dît dilê min birîn bû û çavên min tijî bûn. Min got duh Şingal bû û îro jî Kerkûk e. Xwedê zane dê sibe li ku derê be. Jixwe nebû sibe li Xaneqîn û deverên din êrîş çêbû."

    Parlamentera HDPê di axaftina xwe de bang li gelê Herêma Kurdistanê kir ku ji ber van rûdanan hevdu tawanbar nekin û got: "Eger em hev tawanbar bikin dê dilê dijminan xweş be. Ji xwe dê dîrok navê îxanetkaran binivîse. Pêwîst e ku em ji hemû deman zêdetir îro xwe birêxistin bikin ji her demê zêdetir yekgirtina xwe bihêz bikin. Em vê nekin dê hemû erdnîgariya Kurdistanê bikeve xetereyê."

     

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Bi alikariya Qasim Silêmanî û aliyekî YNKê em ketin Kerkûkê
    Xelîlzad: Eger Kerkûkê li berxwe bidana wê nêrîna Amerîkayê guherîbûna
    Haşdî Şabî hê jî di nava Kerkûkê de ye
    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Etîketan:
    dewlet, kurd, Parlamentera Amedê ya HDPê, Feleknas Uca, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de