01:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Demokrasî bi şaredariyan dest pê dike

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3510

    Serokomarê Tirk Erdogan di civîna Bajaran û Saziyên Civakî yên Sivîl de axivî û got, "Me bi qedrê Stenbolê nezanî. Me xiyanet lê kir. Em hêjî xiyanetê dikin. Ji vê yekê ez jî berpirsyar im."

    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Serokomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayip Erdogan di civîna Bajaran û Saziyên Civakî ên Sivîl de axivî û di derbarê bajarê Stenbolê rexne li xwe girt.

    Erdogan diyar kir ku taybetmendiya sereke ya bajarên dêrîn ew e ku nûbûnê di hebûna xwe de bi hevesengî dihelînin û distrînin û got, "Di vî warî de Stenbol bajarekî bêhemta ye lê me bi qedrê Stenbolê nezanî. Me xiyanet lê kir. Em hêjî xiyanetê lê dikin. Ji vê yekê ez jî berpirsyar im."

    Serokomarê got, "Malên me fireh dibin lê dilên me teng dibin. Avahiyên em bilind dibin lê asoyên me reş dibin."

    Herwisa Erdogan di warê têkiliya navbera demokrasî û şaredariyan de jî got, "Demokrasî bi rêveberiyên herêmî û bi şaredariyan dest pê dike."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan rewşa Sûriyeyê axivîn
    Erdogan bertek nîşanî posterê Ocalan da: Wê Amerîka vê çawa rave bike?
    Yek ji şêwirmendên Erdogan îstîfa kir
    Erdogan: Me daxwaza îstîfayê gihande wan, ê ku îstîfa neke wê rastî encamên giran were
    Erdogan: Berpirsê her xwîna were rijandin, Herêma Kurdistanê ye
    ‘Erdogan dê hilbijartinan pêşwext li dar bixe'
    Etîketan:
    şaredarî, demokrasî, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de