15:49 25 Gulan 2018
Hereketa Azadî di şopa hereketa Şêx Seîd de dimeşe

Dîroknasê Tirk sedema wendakirina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî vegot

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamevan û dîroknasê Tirk Murat Bardakçi behsa sedema veşartina gorên Şêx Seîdê Pîran, Seyid Riza û Bedîuzzeman Seîdê Kurdî kir û got, "Dewletê ji bo gorên van kesan nebin ziyaretgah û şopdarên wan li ser gorên wan kom nebin, gorên wan wenda kirine."

Rojnamevan û dîroknasê Tirk Murat Bardakçi îro di nivîsa xwe ya rojnameya Tirk a bi navê Haberturkê de behsa wendakirina gorên Şêx Seîdê Pîran, Seyid Riza û Bedîuzzeman Seîdê Kurdî kir û diyar kir ku ‘wendakirina goran' kevneşopiyeke dewletê ye.

Bardakçi di nivîsa xwe de diyar kir ku ev kevneşopî di dema Împaratoriya Osmaniyan de jî hebû û ev tişt gotin, "Çend navên ku gorên wan di dema Komara Tirkiyeyê de hatine wendakirin jî ev in: Şêx Seîd, Seyid Riza û Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî."

Dîroknasê Tirk anî ziman ku Şêx Seîdê Pîranê û Seyid Riza hatine bidarvekirin lê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî li bajarê Rihayê wefat kiriye û ji bo sedema wendakirina gorên ev tişt gotin, "Dewletê ne ji bo tolhildanekê an cezakirina bîranînên wan, ji bo gorên wan nebin ziyaretgeh û şopdarên wan li ser gorên wan neyên cem hevdu ev kevneşopiya ‘wendakirina goran' pêk anî."

Bi heman mijarî:

Kurdên hewlêrê: Gava kurd biçin referandûmê, divê Qazî Mihemed û Şêx Seîd ji bîr nekin
Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
‘Bila cihê gortistana Şêx Seîd were aşkare kirin û lêborîn bê xwestin'
Dîroka zindî û şahida buyerên serhildana Şêx Seîd: Pîra 130 salî
Nevîyê Şêx Seîd, Faysal Firat hat berdan
Etîketan:
Rojnamevanê tirk, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, Şêx Seîd, Murat Bardakçi, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de