01:22 24 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    PKKê li ser kuştina 6 kes û girtina 7 kesên li Mûglayê daxuyanî da

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 28601

    PKKê di derbarê bûyerên li bajarê Mûgla yê Tirkiyeyê qewimîn de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku 4 kes ji wan 7 kesên ku di 4ê Cotmehê de li navçeya Seydîkemerê hatin girtin û 6 kesên ku di rojên 5-6ê Cotmehê de hatin kuştin, endamên wan in.

    Di 4ê Cotmehê de li bajarê Mûglayê 7 kes bi awayekî tazîkirî hatibûn desteserkirin û herwisa di 5-6ê Cotmehê de jî li navçeya Koycegîz a heman bajarî 6 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dabû.

    Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser van herdu bûyeran daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de ragihand ku 4 kes ji wan 7 kesên k udi 4ê Cotmehê de li navçeya Seydîkemer a Mûglayê bi awayekî tazîkirî hatin desteserkirin û herwisa 6 kesên ku di 5-6ê Cotmehê de li navçeya Koycegîz a heman bajarî hatin kuştin, endamên wan in.

    PKKê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku 5 endamên wan di encameke jehrîkirinê de jiyana xwe ji dest daye û endamê wan ê din jî ji bo nekeve destê leşkeran bombe bi xwe de teqandiye û jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirk bi îdiaya 'PKKyî ne' 7 kes tazî kirin û desteser kirin
    Rayedarê AKPê: Cejna FETOyî, PKKyî û DAIŞîyan pîroz nekin!
    Li Wanê pevçûn: 2 PKKyî jiyana xwe ji dest dan
    Artêşa Tirk: Di operasyonên hewayî de 4 PKKyî hatin kuştin
    Li bajarê Bursayê 10 kes bi gûmana PKKyî ne hatin desteserkirin
    Piştî Demirtaş birin Edirneyê, 62 girtiyên PKKyî ji wê girtîgehê şandin girtîgehên din
    Artêşa Tirk: Li Nisêbînê 2 PKKyî hatin kuştin
    Etîketan:
    dayîn, daxuyanî, PKK, Mûgla
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de