21:03 23 Hezîran 2018
Melih Gokçek

Erdogan: Me daxwaza îstîfayê gihande wan, ê ku îstîfa neke wê rastî encamên giran were

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya Polonyayê de bersiva rojnamevanan da û got: "Me daxwaza îstîfayê gihande wan, ê ku îstîfa neke wê rastî encamên giran were."

Li gorî nûçeya rojnamevana Hurriyetê Hande Firat, Serokomar Erdogan di vegera xwe ya Polonyayê de got: "Serokên AKPeyî ku daxwaza îstîfaya wan tê xwestin hatin agahdarkirin. Ê ku îstîfa neke wê rastî encamên giran were."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wezîrekî me bi Serokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadir Topbaş re ji bo îstîfayê axivî û wî jî bersiveke erênî da. Li Duzceyê jî dîsa Cîgirekî Serokê Giştî axivî û wî jî îstîfaya xwe da. Me daxwaza îstîfayê gihande Şaredarê Balikesir, Bursa û di heman demê de me ji Melih Gokçek re jî got."

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nabe ku bêjin ez hatim vir û heta bi hetayê ez ê li vir bim. Ez bawer nakim hevalê me vî tiştî li xwe deynin. Lê heke îstîfa nekin wê bedêla wê giran be."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Berpirsê her xwîna were rijandin, Herêma Kurdistanê ye
‘Erdogan dê hilbijartinan pêşwext li dar bixe'
Rûsya bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di civînê de di xew re çû
Times: Tifaqa Erdogan û Bahçeli zirar li kurdan kir
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Melih Gokçek, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de