15:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Newroz

    Ji bo polîsê ku Kemal Kurkut kuşt, cezaya muebetê hat xwestin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Îdianameya li ser kuştina Kemal Kurkutê, ku di Newroza sala 2017an a li Amedê de bi guleya polîsan hatibû kuştin, hat temamkirin. Dozger ji bo polîsê bi navê Y.Ş. yê ku gule bera Kurkut dabû, bi hinceta ‘bi zanebûn mirov kuştiye' cezaya muebetê ya girtîgehê xwest.

    Li gorî malpera bi navê Gazete Karincayê îdianameya li ser Kurkutê ku di Newroza Amedê de her çiqas nîvtazî bû jî, ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘bombe li ser heye' hatibû kuştin, hat temamkirin.

    Serdozgerê Amedê di îdianameyê de ji bo polîsê bi navê Y.Ş. bi tawana ‘bi zanebûn mirov kuştiye' cezaya muebetê ya girtîgehê xwest. Ji bo polîsê din ê bi navê O.M. jî, bi hinceta ku guleya ji canê Kurkut derket ne ji çeka wî ye, biryara neşopandinê hat dayîn.

    Hat hîn bûn ku Reyhan Yalçindag Baydemîr, parêzera malbata Kemal Kurkut dê ji bo girtina Y.Ş. daxwaznameyê bide dadgehê.

    Ciwanê bi navê Kemal Kurkut gava ku di 21ê Adarê, roja Newroza li Amedê de bi awayekî nîvtazî diçû qada Newrozê, bi hinceta ‘bombe li ser heye' ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Polîsên ku Kemal Kurkut kuştin, serbest hatin berdan
    Ji bo nûçeyên ser kuştina Kemal Kurkut qedexeya weşanê hat ragihandin
    Ji HUDA-PARê ser kuştina Kemal Kurkut daxuyanî: Bi qest hatiye kuştin
    Walî Aksoy li ser kuştina Kurkut: Lêkolîn heta bigihe FETOyê wê bê kirin
    Baroya Amedê ji bo Kemal Kurkut serîlêdana sûcê da
    'Kemal Kurkut ji komkujiya Enqereyê ji mirinê filitîbû'
    Etîketan:
    cezaya muebetê, kuştin, Serdozgeriya Amedê, Kemal Kurkut, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de