08:37 25 Mijdar 2017
Zindî
    Îlyas Buzgan

    ‘Amerîka bi operasyona Kurdistanê Tirkiye îzole kir'

    © Sputnik/ Abdulhakim Günaydın
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 89941

    Sosyolog, rewşenbîr û pisporê têkiliyên navneteweyî Îlyas Buzgan li şerê Kerkûkê axivî û ragihand ku ev yek "Operasyona navneteweyî ya li dijî Herêma Kurdistanê bû" û rola Amerîka û Îranê di operasyonê de ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî di 16ê Cotmehê de operasyona leşkerî li dijî Kerkûkê dabûn destpêkirin û kontrola Kerkûkê û hin devran ji Pêşmerge standibûn. Li ser şerê Kerkûkê û rola Amerîka û Îranê divê şerî de Sosyolog, rewşenbîr û pisporê têkiliyên navneteweyî Îlyas Buzgan ji Sputnikê re axivî.

    Buzgan got: "Wekî hûn jî dizanin Barzanî di meha hezîranê de dîroka referandûmê eşkere kiribû. Dema ku ev dîrok diyar kir jî bi texmîna ku wê ji qada navneteweyî piştgiriyê wergire diyar kir. Hinekî jî bawerî bi wê piştgiriyê anî lewma ev biryar stand. Belkî were bîra we jî, Barzanî di çend daxuyaniyên xwe de gotibû ‘ dema em bi berpirsyar û rêvebirên dewletên ewropî û amerîkî re rû bi rû hevdîtinan dikin, dibêjin em piştgiriya referandûmê dikin, em teşwîq dikin, lê dema derdikevin derve tiştên cuda dibêjin.' Ku mirov îro li meseleyê temaşe dike, em dikarin bêjin dibe Barzanî hatibe lîstikekê. Tirkiye, Îran û hinek dewletên cîran ji serî de li dijî referandûmê bûn û Amerîkayê jî digot ev ne dema wê ye divê were paşxistin. Welhasil referandûm bû û ji sedî 92.7 xelkê Kurdistanê ji bo pêşeroja xwe dengê erê da.
    Ji 25ê Îlonê heta niha 20 roj derbas bûn û berî ku mijara serxwebûnê were rojevê, artêşa Iraqê û Haşdî Şabiya ku Îran piştgiriya wê dike êrişî Kerkûkê kirin. Di vê êrişê de li gorî agahiyan berdest hinek YNKeyî jî alîkarî da wan. Ev hemû têne çi wateyê?"

    ‘AMERÎKA Û ÎRANÊ SERKÊŞIYA MÎMARIYA VÊ PROJEYE KIRIN'

    Îlyas Buzgan di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de li ser pirsa ‘gelo armanca vê operasyonê çi bû' got: "Amerîka û Îran serkêşiya mîmariya projeya dagirkirina Kerkûk û derdorê wê kirin. Heke em bêjin gelo bi vê operasyonê armanca wan çi bû û ji bo çi hewla tişta wiha kirin, ev derdikeve holê. Wek tê zanîn ji sedî 40ê petrola Iraqê li Kerkûk, Silêmanî, Mûsil û li derdora wê ye. Ev herêm di heman demê de ji xeyrî hilberîna petrolê xwediyê kanayên xaza sirûştî ne jî. Amerîka û Îranê bi piştgiriya YNKê xwestin van kanayên xaza sirûştî û bîrên petrolê têxin bin kontrola xwe û bi ser rêya Rojava bigihînin Derya Spî û ji wir li bazarên cihanê belav bikin. Operasyona herdu welatan heta niha bi serkeftî dimeşe û tirsa min ev e ku Hewlêr û Dihok jî rastî vê êrişa dagirkerî werin ku bikaribin Barzanî û malbata wî ji qada siyasî dûr bixin û tesfiye bikin."

    ‘ARMANCA OPERASYONÊ ÎZOLEKIRINA TIRKIYEYÊ BÛ'

    "Heta niha petrola Kerkûk û derdorê wê bi ser rêka Tirkiyeyê li bazarê cihanê belav dibû. Piştî vê dagirkeriyê êdî ev herka petrolê wê li ser Tirkiyeyê neçe. Ez dikarim bêjim di vê polîtakaya şaş de ku Barzanî tenê hiştin qusureke mezin a Enqereyê jî heye. Tirkiye bi vê siyaseta şaş hevalbendekî xwe mezin winda kir û ev hevalbendê xwe teslîmî reqîbê yê herêmê Îranê kir. Bi vê polîtîkayê Enqere temamê xeta enerjiyê teslîmî Îran û Amerîkayê kir û ev herdu dewlet wê xeta enerjiyê bi ser rêya Rojava ve bigihînin Deryaya Spî. Yek ji armanca Tirkiyeyê ku hêza xwe ya leşkerî bire Idlîbê û li wir bi cih kir jî ji bo rê li pêşiya vê xeta enerjiyê bigre bû. Em dikarin vê jî bipirsin gelo hêza leşkerî ya Tirkiyeyê li wir be Amerîka û Îran dê bikaribin vê xeta enerjiyê bigihîne Deryaya Spî. Li gorî qenaeta min her çikas têkiliyên Îran, Rûsya û Amerîkayê ne pir baş bin jî bi awayekî Îran û Amerîka wê Rûsyayê qanih bikin û vê korîdora enerjiyê ji bo petrol û xaza sirûştî ya Kerkûk û Mûsilê dê vekin. Yanî di dawiyê de em dikarin bêjin ku hedefa operasyona ser Kurdistanê îzolekirina Tirkiyeyê ye."

    ‘AMERÎKA DEV JI PROJEYA KURDISTANA BERNEDAYE'

    Buzgan di berdewamiya axaftina xwe de nêrîna Amerîkayê li Kurdistanê nirxand û got: "Em nikarin bêjin Amerîkayê dev ji projeya Kurdistana serbixwe berdaye. Niha Amerîka li Rojava bi YPG û HSDê re dixebite. Ji sala 1992an ve jî li ser Başûrê Kurdistanê jî plan û projeya dimeşîne. Dema ku Amerîka van plan û projeyan dike armanca wê ne Kurdistaneke serbixwe an jî çêkirina Kurdistaneke nû ye. Li herêmê ji bo Amerîkayê hinek tiştên pêşeng hene. Ya sereke û girîng, Amerîka ji bo ewlehiya Îsraîlê dixwaze partnerên saxlem peyda bike. Ya duyemîn, dixwaze ewlehiya xeta enerjiyê qeyîm bike. Îro dema em temaşe dikin Tirkiye ji bo ewlehiya xeta enerjiyê ne partnerekî bi ewle ye. Amerîka ji bo têkiliyên Barzanî bi Tirkiyeyê re ev jî ji çav derxist. Heke em ji aliyê din ve temaşe bikin, têkiliyên YNKê bi Îranê re xweş in û li gorî wan partnerekî bi ewle ye û ji xwe Kerkûk û herêma bîrên petrolê jî piranî di bin kontrola wan de bû. Amerîkayê bi vê operasyona Kerkûkê partnerek ji xwe re diyar kir û li gorî min ev jî Îran e. Ji bo ku Îran li Rojhilata Navîn piştî Erebîstana Siûdî xwediyê kanayên petrolê yên herî dewlemend û ji hêla xaza sirûştî ve jî yekemîn e. Lewma Amerîka naxwaze hêzeke wiha belav bike. Li vir mijar hemû enerjiye û hemû hisap jî li ser vê tên kirin."

    ‘ÇIMA AMERÎKA YÊKRÊZIYA AXA IRAQÊ DIPARÊZE?'

    Heiko Maas, Angela Merkel ve Sigmar Gabriel
    © AFP 2017/ ODD ANDERSEN
    Amerîka çima yekrêziya axa Iraqê diparêzê û bi vê yêkreziyê çi armanc dike? Sosyolog û rewşenbîr Îlyas Buzgan di bersiva xwe de got: "Li vir tiştê herî girîng çi ye? Ji bo Amerîkayê yê herî musaid kî ye, kî ji bo berjewendiyên Amerîkayê dikaribe tevbigere û berjewendiyên wê biparêze? Li gorî Amerîkayê ev Îran e. Tenê Îran dikare vî karî bê şikestin bimeşîne. Amerîka ji xeyrî Îranê dixwaze hinek aktorên ku bê problem bikaribe bi Îranê re bixebite peyde bike. Li herêmê hêza herî nêzîkî Îranê ku bikaribe bê problem bixebite kî heye, kî pêşî tê heşê mirov, tabîkî YNK. YNK hem aktorekî nêzîkî Îranê ye û hem jî li herêma Silêmanî, Kerkûk û deverên ku petrol lê heye zêdetir bi hêz e. Tirkiye bi kî re peymana petrolê çêkiribû, bi Barzanî re. Tirkiye piştî operasyona Kurdistanê wê êdî nikaribe petrolê bistînê û mecbûrê Iraqê dibe. Di rastiyê de Amerîka naxwaze Tirkiye petrolê ji Bexdayê jî bistîne û li dijî vê ye.

    Heta niha gelek kesî behsa projeya 3 perçeyî ya Iraqê kir ku yek sunî, yê din kurd û yên mayîn jî ji şîe re be. Lê xuya dike projeya 3 perçeyî ya Iraqê hatiye rawestin. Ji bo ku ev proje wê bibe sedema şikestinê mezin li Rojhilata Navîn. Çimkî div ê projeyê de Kurdistan jî hebû û em dizanin Îran bi dijwarî li dijî dewletbûna kurdan derdikeve, ji aliyê din ve Tirkiye avabûna dewleta Kurdistanê wekî tehdîda ser axa xwe dibîne. Amerîka vê dizane û dibîne û naxwaze Kurdistana serbixwe bi sedema pêla şerekî nû. Amerîka vê naxwaze ji bo ku ewlehiya xeta enerjiyê dikeve metirsî û talûkê. Ji bo xeta enerjî nekeve talûkê li gorî Amerîka tiştê herî maqul yekrêziya axa Iraqê ye. Yekrêziyeke ku berjewendiyên Amerîkayê têk nebe. Ev yekrêzî wê tehdîda ser Tirkiyeyê jî berteref bike û xwesteka şer a Îranê jî bide sekinandin. Li gorî min Amerîka tam jî dixwaze Iraqeke wiha ava bike.

    Dema ku îro em li vê operasyona Kurdistanê temaşe dikin ev wêne derdikeve holê. Lê di dawiyê de ez dixwazim vê jî bêjim ku li Rojhilata Navîn polîtîka gelekî guherbar e û di nava seetan de siyaset diguhere û tam berovajî dibe. Xweda bi xêr bike û hêvî dikim ev operasyona dawî nebe sedema şikestin û bûyerên mezin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan navbeynkariya Rûsyayê girîng dibîne'
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
    Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Şêwirmendê Serokwezîr: Kurdistan bi destê Tirkiyeyê tê avakirin
    Etîketan:
    Operasyona Amerîka û Îranê li ser Kurdistanê, Îlyas Buzgan, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de