01:02 24 Mijdar 2017
Zindî
    Teqîn-Amed

    Li Mersînê teqîn li dijî wesayita polîsan: Bi dehan birîndar hene

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 66 0 0

    Li parêzgeha Mersînê ya Tirkiyeyê li dijî wesayita polîsan êrîş pêk hat. Tê diyarkirin ku di encama êrîşê de herî kêm 12 kes birîndar bûne.

    Îro di derdora saet 17.20an de li navçeya Yenîşehîr a navendê di dema derbasbûna wesayita polîsan d eteqîn pêk hat. Hat diyarkirin ku di encama teqînê de gelek birîndar hene û gelek polîs, agirkuj û tîmên tenduristiyê ji bo bûyerê hatin şandin.

    Li gorî agahiyên pêşîn ên di derbarê bûyerê de, bombeya ku di konteynira sergo de hatibû bicihkirin ji dûr ve hatiye teqandin.

    SERDOZGERÊ MERSÎNÊ: ME JI BO LÊKOLÎNÊ 3 DOZGER PEYWIRDAR KIRIN

    Serdozgerê Mersînê Mustafa Ercan piştî teqînê daxuyanî da û ragihand ku wan di bûyerê de 12 polîs birîndar bûne û ew birîndar ji bo nexweşxaneyên cüda yên bajêr hatine veguhastin. Ercan got, "Di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin. Em sedema teqînê dikolin. Me ji bo lêkolînê 3 dozger peywirdar kirin."

    Herwisa Walîtiya Mersînê jî di derbarê rewaş tenduristî ya birîndaran de daxuyand ku metirsiya wan a mirinê tune ye û lêkolînên di derbarê bûyerê de bi piralî berdewam dikin.

    'HEJMAR HEYE LÊ PARVE NAKIM'

    Ji aliyê din ve Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekîr Bozdag li Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyand ku, "Êrîşa bombeyi pêk hatiye û di encamê de kesên birîndar hene lê di derbarê hûrgiliyan nikarim zêde agahiyan bidim. Di destê min de agahî hene lê nehatine pişrastkirin. Hin agahî dibêjin birîndar hene. Hejmar diyar heye lê ji ber ku nehatiye piştrastkirin, ez nikarim parve bikim."

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê teqîn: 2 leşkerên tirk can da
    Li Sêrtê teqîn pêk hat
    Li Tupraşê teqîn: 4 kes mirin 2 jî birîndar
    Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn
    Li Êlihê teqîn: 8 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    wesayita polîsan, teqîn, Walîtiya Mersînê, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê, Bekîr Bozdag, Mersîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de