20:24 27 Gulan 2018
AKP - AKPê

AKPê bo derketina televizyonê qedexe danî ser parlementerên xwe

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku ji 275 parlementerên AKPê re qedexeya derketina televizyonan hatiye dayîn. Ji îro û pê ve bi tenê dê 25 parlementerên AKPyî derkevine bernameyên televizyonê.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, bo ku di mijarê siyasî de hemahengiyek û hemfikriyek çêbibe parlementerên AKPê bi serokatiya Cîgir û berdevkê Serokê AKPê Mahir Unal civiyan. Di civînê de 25 parlementer hatine diyar kirin. Ev 25 parlementer dê di civîn, daxuyanî û televizyonan de partiya xwe temsîl bikin.

Tê gotin ku ji bilî van navên diyarkirî parlementerên din dê nekarîbin derkevine televizyonan. Ji hêla din ve hêjayî gotinê ye ku AKP di warê bikaranîna twitterê de jî hişyarî da parlementerên xwe.

Bi heman mijarî:

Li Elazîzê qedexe hat ragihandin
Îranê bi awayekî demkî veguhestina petrola Kurdistanê qedexe kir
Netanyahûyî qedexe daniye ser rayedarên xwe ku li ser referandûmê neaxivin
Ji parlamanterên HDPê yên jin re mikrofon hat qedexe kirin!
Piştî teqîna Qamişlo li bajaran motorsîklet hatin qedexe kirin
Herêma Kurdistanê îtxalata fêkî ji Îranê qedexe kir
Etîketan:
televizyon, civîn, qedexe, Hurriyet, AKP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de