23:37 21 Gulan 2018
    Şêrwan - hezaz - kana madenê

    Li Şirnexê di kana komirê de hezaz çêbû: 6 karker can dan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Şirnexê di kana komirê ya taybet de hezaz pêk hat û di encamê de 6 karker can da, yek jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Herwiha xebata xilaskirina karkerekî jî dewam dike.

    Serokê Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku tîmên xilaskirnê li herêmê xebat dan destpêkirin.

    Hate diyarkirin ku 7 karker ji bin hezazê birîndar hatine derxistin û 6ê wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Dermankirina karkerekî birîndar jî dewam dike. Xebatên rizgarkirina karkerê ku di bin hezazê de maye jî dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li kanayê hezaz: 15 kanavan mirin û 11 jî winda ne
    Li Çînê hezaz çêbû: 141 kes dibin axê de ne
    Li Bangladeşê hezaz: Herî kêm 61 kesan can da
    Li Kolombiyayê hezaz: 17 mirî
    Etîketan:
    hezaz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de