14:54 24 Çile 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: Pêvajoya teslîmkirina deriyê sînor dest pê kir

    © REUTERS/ Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya grûba partî ya parlamentoyê de ragihand ku pêvajoya teslîmkirina deriyê sînor dest pê kir.

    Binali Yildirim di axaftina xwe de got: "Li Iraqê hinek bûyer qewimîn. Referandûmeke li dijî Destûra Bingehîn hat kirin. Li ser înada Barzanî û hinek hevalên wî ev şaşî hat kirin. Iraq, Tirkiye û Îranê berê gotibûn em ê hinek mûeyîdeyan bisepînin û ev ji raya giştî re parve kiribûn. Di vê çarçoveyê de Tirkiye firînên xwe yên Silêmanî û Hewlêrê rawestandin û qada xwe ya hewayî girt. Tedwîrên nû jî di rê de ne û pêvajoya teslîmkirina deriyê sînor ê Xêbûrê bo hikûmeta Bexdayê dest pê kir."

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Iraqê dest bi operasyonekê kirin û li gorî agahiyan Pêşmerge û PKK jî ji nava bajêr hatine paqijkirin. Bi destxistina Kerkûkê ji aliyê hikûmeta navendî ve pêşveçûneke erênî ye. Em wekî Tirkiyeyê ji nêzîk ve rewşa Kerkûkê dişopînin."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Em dê li Idlibê bi Rûsyayê re bixebitin
    Balyozê kevn ê Amerîka: Erdogan û Yildirim derbarê Herêma Kurdistanê de cuda difikirin
    Yildirim: Ji vir û pê ve çi bibe di stûyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ye
    Yildirim: Kê soz daye ku kurdên wir dê di şertên baştir de bijîn
    Yildirim ji bo referandûmê: Em ê bi Iraq û Îranê re bixebetin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Kerkûk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de