22:35 18 Hezîran 2018
Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran

Berdevkê Hikûmeta Tirk: Qada hewayî li Herêma Kurdistanê hat girtin

© REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Civîna Lijneya Wezîrên Tirk ya di bin serokayetita Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayip Erdogan de hat birêvebirin, bi dawî bû.

MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê
© REUTERS / Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
Piştî civîna ku li Qesra Serokomariya Tirkiyeyê bi qasî 30 deqeyan birêve çû, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekîr Bozdag daxuyanî da.

Bozdag di daxuyaniya xwe de got, "Di çarçoveya pêşniyara Lijneya Ewlehî ya Neteweyî de qada hewayî ya Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hatiye girtin. Ji vir şûnde êdî ti balafir wê nikaribe ji qada hewyî ya Tirkiyeyê bifire û biçe balafirxaneyên Herêma Kurdistanê û wê ji wir jî nikaribe werin Tirkiyeyêç"

Bekîr Bozdag ji bo deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl jî got, "Ji bo ku deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîlê (Xabûr) dewrê Bexdayê bikin, dest bi xebatan hatiye kirin."

Bi heman mijarî:

Ji MGKyê bo Kurdistanê du mueyideyên nû
Baydemîr: Piştgiriya Kerkûkê, parastina rûmet û îradeya gelê Kurdistanê ye
Alimê navdar ereb: Em zexta ser Kurdistanê qebûl nakin
Iraq: Îranê sînorên xwe yên Herêma Kurdistanê girtin
'Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vala kir û karmendên xwe birin Kurdistanê'
Etîketan:
qada hewayî ya Tirkiyeyê, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê, Bekîr Bozdag, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de