22:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemîr: Piştgiriya Kerkûkê, parastina rûmet û îradeya gelê Kurdistanê ye

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand ku êrîşa li dijî Kerkûkê êrîşa li dijî mirovahiyê, demokrasiyê û rûmeta gelê Kurd e û ti kurdek vê yekê qebûl nake.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevk û Parlamenterê Riha yê YNKê Osman Baydemîr di derbarê rewşa Kerkûkê de axivî û got, "Îro li Rojhilata Navîn divê hemû kes vê yekê baş bizane ku kurdan bi darê zorê, bi zextê û bi zulmê serê xwe li ber kesî netewandiye û ji niha pê ve jî serê xwe wê li ber zaliman netewîne. Herwisa dê xwedî li nirxê xwe derkeve. Xwedî li axa xwe û îradeya xwe derkeve."

    Baydemîr daxuyand ku divê bê şert û merc îradeya gelê Kerkûkê were naskirin û ev tişt gotin: " Divê ew kesên dibêjin ez mirovahiyê, demokrasiyê û raya gel diparêzim, rêzê li hemberî îradeya gelê Kerkûkê nîşan bide. Di 25ê Îlonê de îradeya gelê Kurd derket holê. Divê hemû kes rêzê lê bigire."

    Osman Baydemîr dest nîşan kir ku gele Kurd ne şerxwaz e û wisa berdewam kir: "Gelê kurd ne li Kerkûkê, ne li Amedê, ne li Efrînê, ne li Mehabadê, ne li Sîne û ne li ti devereke din a Rojhilata Navîn tu caran şer naxwaze. Azadiyê dixwaze, wekheviyê dixwaze. Kî dijminatiyê li dijî gelê Kurd bike bila vê yekê baş bizane ku gelê Kurd serê xwe natewîne û tu caran nebûye koleyê tu kesan û nabe jî."

    Baydemîr di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, "Parastina Kerkûkê parastina îradeya gel e. Piştgiriya Kerkûkê, parastina rûmet û îradeya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ew destdirêjiyên li ser Kerkûkê tên kirin, bi taybetî ji Enqereyê ku dixwazin aloziyê li Kerkukê derxînin, divê baş bizanin ku bi aloziyê, bi fitneyan, tu hêz û tu nêrîn bi ser neketiye. Wê ew jî bi ser nekevin."

    Bi heman mijarî:

    'Ketina Kerkûkê encama lihevkirina YNKê û Îranê ye'
    Lavrov derbarê Kerkûkê de daxuyanî da
    Rûsya derbarê şerê Kerkûkê de daxuyanî da
    PKKê: Me xeta parastinê li Kerkûkê ava kir
    Haşdî Şabî hewl dide Kerkûkê ji Hewlêr û Silêmaniyê veqetîne
    Qubad Talabanî gihişt Kerkûkê
    Etîketan:
    rûmet, piştgirî, Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê, Osman Baydemîr, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de