15:00 12 Kanûn 2017
Zindî
    Nivîskar Hasîp Yanliç - Endamê PENA Kurd - Amed

    Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç hat azadkirin

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç, ku di 12ê Tîrmehê de hatibû girtin û bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" heta 15 salan cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin, di runiştina dozê ya yekem de hat azadkirin.

    Hasîp Yanliç di 12ê Tîrmehê de bi hinceta di xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di Akademiya Siyasetê ya Partiya Demokratîk ya Herêman (BDP) û Malên Piştgiriya Perwerdeyê de perwerdeya zimanê kurdî daye hatibû girtin. Ji bo Yanliçê ku endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd e jî, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" heta 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin.

    Di danişîna yekem ya doza ku li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, Yanliç û parêzerên wî amade bûn. Yanliç di danişîna yekem a ku malbata Yanliç, rêveberên PENa kurd û gelek kes beşdarî dozê bûn de hat azadkirin.

    Piştî parastinan, heyeta dadgehê navber da dozê û bi şertê kontrola edlî Yanliç serbest berda. Dadgehê xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û doz taloqî meha Çileyê kir.

    Bi heman mijarî:

    Nivîskar Yanliç û Rojnamevan Çakmakçî hatin girtin
    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
    Îranê piştî 13 salan destûr da çapkirina romana nivîskarê kurd
    Nivîskarê kurd Alî Fikrî Işik ji aliyê cendermeyan ve hat desteserkirin
    Etîketan:
    azadkirin, Nivîskarê kurd, Hasîp Yanliç, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de