08:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    Tirkiye - al

    Tirkiye: Em ê li cem hikûmeta Iraqê cih bigirin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser şerê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê yê li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û got, "Em hişyariyê didin Herêma Kurdistanê, da ku şaşiyeteke din li şaşiyên xwe yên vê dawiyê zede neke."

    Piştî şerê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê yê li Kerkûkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û got, "Piştî referandûma ne rewa ya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê ji bo ku li Kerkûkê serweriya yasayî pêk bîne, gavan diavêje û em van ji nêzîk ve dişopînin."

    Wezaretê herwisa di daxuyaniyê de ragihand ku ew daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya li ser hebûna endamên PKKê li Kerkûkê jî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Em daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya li ser rizamendiyê nîşanê hebûna endamên PKKê ya li Kerkûkê nadin û mobîlizekirina wan wê bibe sedema şer, bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

    Wezareta Tirk got, "Em hişyariyê didin Herêma Kurdistanê, da ku şaşiyeteke din li şaşiyên xwe yên vê dawiyê zede neke û kesên ku bibin sedema bicihbûna PKKê li vê herêmê jî dê li cem me wekî berpirsyar were dîtin."

    Di dawiya dxuyaniyê de jî hat gotin ku Tirkiye, ji bo sazkirina aşitî û aramiya li welêt wê li cem hikûmeta Iraqê cih bigire.

    Bi heman mijarî:

    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    McGurk: Em nahêlin şer bigihêje nava bajarê Kerkûkê
    Gav bi gav ber bi şerê Kerkûkê...
    Etîketan:
    daxuyanî, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Kerkûk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de