06:30 22 Mijdar 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir

    © Sputnik/ HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10620

    Parlamentarê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan derbarê rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ di zabitmaneyên Parlamentoya Tirkiyê de, pirsnameyek pêşkeş kir.

    Parlamentarê HDPê Botan di pirsnameyê de diyar kir, ligel ku peyva ‘Kurdistanê' navekî cografî yê taybet e jî di zabitnameyên Civta Giştî ya Parlamentoyê de bi peyva biçûk tê nivîsandin û bi şaşî derbasî zabitnameyan dibe.

    Botan herwiha bi bîr xist ku navên welat û deverên wekî Afrîka, Turkistan, Trakya, Kapadokya û herwekî din di zabitnameyên parlamenê de bi tîpa mezin destpê dikin, lê ji bo peyva ‘Kurdistanê' heman tişt nayê kirin û bi tîpa biçûk tê nivîsandin ku ev herwiha li dijî rêzikên rastnivîsê yên Saziya Zimanê Tirkî (TDK) ye jî.

    Parlamentarê HDPê di pirsnameya xwe de daxwaz kir, ev xeletî were sererastkirin û navê ‘Kurdistanê' jî bi tîpa mezin were nivîsandin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
    Serfermandarê Artêşa Iraqê li ser rewşa piştî referandûmê û Kerkûkê axivî
    Li Reqayê bi sedan sivîl di encama bombebaranên xelet yên koalîsyonê de mirin
    Ji bo hunermendê kurd 5 sal û 8 mehan cezaya zindanê hat xwestin
    Rodî Osman: Êrişa li ser Efrînê li dijî prensîbên Rûsyayê ye
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de