19:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Ji bo hunermendê kurd 5 sal û 8 mehan cezaya zindanê hat xwestin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di derbarê hunermendê û siyasetmedarê Kurd Ferhat Tûnç de li ser îdiaya ku ‘Heqaret li Serokomare kiriye' bi daxwaza 5 sal û 8 mehan sizaya zindanê doz hat vekirin.

    Di îdianameya ku ji aliyê Buroya Lêpirsîn a Sûcên Çapemenî ya Buyukçekmeceyê (Stenbol) hat amadekirin de Ferhat Tûnç wekî "gumanbar", Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî wekî "gilîker" cih girt.

    Di îdianameyê de hin parvekirinên medyaya civakî yên Tûnç, ku di derbarê Serokomar Erdogan de bûn, cih girtin lê Tûnç di parastina xwe de ev tawanbar red kirin.

    Tûnç diyar kir ku ew ligel nasnameya xwe hunermendiyê bi nasnameya xwe ya siyasetmedariyê jî di civakê de tê nasîn û ew gotinên xwe ne bi armanca heqaretê, bi armanca rexneyê parve kirine.

    Di derbarê Ferhat Tûnç de bi tawana "heqaret li Serokomar kiriye" ji salek û 5 mehan heta 5 sal û 8 mehan sizaya zindanê hat xwestin.

    Tûnç dê li Dadgeha Cezaya Asliye ya 14em ya navçeya Buyukçekmeceyê derkevî hemberî dadger.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê daxwazên di derbarê doza HDPê de qebûl kirin
    HDPê bersiv da gotinên Erdogan
    Ji Serokê MHPê Bahçeli daxuyaniya HDPê
    Ji Palementera HDPê Çelik re 6 sal ceza hate birîn
    Polîsê çek li parlamenterê HDPê kişand hat girtin
    Parlamentera HDPê ya Amedê hat berdan
    Etîketan:
    cezayê zindanê, Hunermend û siyasetmedarê kurd, Ferhat Tunç, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de