14:32 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: Artêşa me ligel ASAyê dest bi operasyona Idlîbê kir

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan daxuyand ku, “Artêşa Tirkiyeyê li Idlîbê bi Artêşa Sûriyeya Azad re dest bi operasyonê kir.”

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayip Erdogan di civîna serokên bajaran ên partiya xwe de axivî û got, "Wekî hûn dizanin Artêşa me bi Artêşa Sûriyeya Azad re li Idlîbê dest bi operasyonê kir."

Erdogan axaftina xwe wisa berdewam kir: "Idlîb li ser sînorê me ye. Divê em bergiriyên xwe bigirin. Kes nikare ji me re bibêje, "Hûn ji bo çi vê yekê wisa dikin'. Aliyê ku her kêliyê di bin metirsî û gefan de ye, em in."

Erdogan bêyî nav bide hevkariya Amerîka ya ligel YPGê jî rexne kir û got, "Kesên ku bi salan e ji me re dibêjin, hûn nikarin têra xwe bi rêxistinên terorê re têbikoşin, niha mil dane milê rêxistinên terorê û hewl didin dîzaynê bidin herêma me. Kesên ku di têkoşîna dijterorê de DAIŞ ji xwe re kir armanca mezin, niha li dijî DAIŞê ligel PYDê û YPGê têdikoşin."

Bi heman mijarî:

Rûsya bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di civînê de di xew re çû
Puşkov: Digel peyvên Erdogan jî statuya Kirimê naguhere
Erdogan: Em tevîkirina neqanûnî ya Kirimê nas nakin
Civîna çapamenî yê Erdogan hat betalkirin
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de