17:52 17 Cotmeh 2017
Zindî
    AKP - AKPê

    AKP wê gelek şaredaran ji wezîfê bi dûr bixe

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li gor agahiyên ku ji kûlîsan tên wê AKPê operasyona ku şaredarên AKPyî ji wezîfeyê bi dûr dixîne di nava du mehan de temam bike. Tê gotin ku ev operasyon 10 şaredaran dihewîne. Ji bo karîgeriya vê operasyonê a li ser gel, anket tên çêkirin.

    Kadir Topbaş
    © Foto: AA/Şaredariya Mezin a Stenbolê
    Piştî ku hiştin şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş ji şaredariyê îstîfa bike, pêvajoya ku hat idîakirin, di civîna dawî ya Lijneya Birêveberi û Biryardayinê ya Navendî de wê istîfaya 5 şaredarên din were xwestin berdewam dike. Li gor nûçeya Nuray Babacan a nûçegîhana rojnameya Huriyetê birêveberiya partiyê birayar girtiye ku operasyona derbarê şaredarên bajarên mezin û navçeyan de heya dawiya salê bi encam bike.

    ŞANDEYEK ÇÛ STENBOLÊ

    Piştî istîfaya Kadir Topbaş ê şaredarê Stenbolê şandeyek ji navenda AKPê çû Stenbolê û derbarê şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan de lêkolîn kirin. Tê gotin ku dê istîfaya hin şaredarên navçeyan jî were xwestin. Hêjyaî gotineyê ku niha qala 3 şaredariyan tê kirin lê belê heya dawaiya salê dibên dê ev hejmar bigihe dor deh şaredariyan ku derbarê wan de wê biryar werin dayin. Ji bilî Stenbol û Duzceyê tu şaredaran hîn istîfa nekiriye. Pêvajoya derbarê şaredarên Enqerê, Balıkesir, Bursa û Nigdeyê berdewam dike û heya dawiya salê wê çend bajarên din jî li van bajaran zêde bibin.
    Di nava AKPê de hin nirxandin tên ku dibên wê ev pêvajo zirarê bide partiye. Şaredarên ku hatine hilbijartin bi biryara navenda partiyê ji kar tên bi dûrxistin û sedema vê yekê jî nayê gotin. Ev yek dibê cihê aciziyan. Birêveberiya partiyê ji bo karîgeriya ku vê pêvajo û istîfayan a li ser gel û girseya partiyê bipîvê anketan dide çêkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ez û AKP, em tu caran ji hevdû veneqetiyan e
    ‘Ev daxwaz bi cih neyên, ne AKP û ne jî Erdogan dimîne'
    'AKP dê 4 wezareta bide MHPê'
    Berdevke PDKT:Gelek teşkîlatên AKP yên kurd, PDKT yî ne
    Zavayê Topbaş ji endamtiya FETO/PDYê hat girtin
    Etîketan:
    istîfa, Stenbol, şaredar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de