17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandum - Kurdistan

    ‘Kurd dixwazin serbixwe bin, em dê heta kengî fortan bikin?'

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 45 0 0

    Şêwirmendê berê yê serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu Etyen Mahcupyan, di gotara xwe ya îro ya di Kararê de diyar dike ku, "Kurd dixwazin serbixwe bin, em dê heta kengî fortan bikin?"

    Burokratê berê Etyen Mahcupyan, têkiliyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê ên aborî, civakî û siyaseta fonksiyonel hem li cem Yekitiya Ewropa (YE) û hem jî li welatên ereban cihê prestîj û rûmetê bûn

    Mahcupyan wiha pê de diçe, li Rojhilata Navîn rûdanên nû diqewimin, geşedanên nû derdikevine holê. Li hemberî van geşedanan şensê wî fikrê ku dibêje ‘Tirkiyeyê dorpêç dikin, dê Tirkiyeyê perçe bikin' tune ye. Dema ku hemû dinya yêkrêziya axa Iraqê û Sûriyeyê biparêzê hin kes rabin bêjin ‘dixwazin Tirkiyeyê perçe bikin' mirov encex veya wek ‘şizofreniya îdeolojîk' bi nav bike.

    Mahcupyan helwesta Tirkiyeye ya li hemberî Herêma Kurdistanê rexne dike û radigihîne ku Kurd taliya talî dê bibin dewlet û dibêje, "Rastî li holê ye. Kurd dixwazin serbixwe bin. Taliya talî dê piştgiriya dewletek mezin bistînin, paşê dê hemû dinya bi sempatiyê li vê yekê binere. Hingî dê Tirkiye çi bike? Em dê li şaşiya xwe serxwet bibin an heta hetayê em dê bi van fortan xwe bixapînin?"

    Bi heman mijarî:

    ‘Gefxwarina li Herema Kurdistanê gefxarina li Amedê ye'
    Siyasetmedarê kurd Onen: Kurdistana serbixwe heqîqetek e
    Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"
    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
    'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
    Kurdistan: Em amade ne li ser bingehê destpêşxeriya Sîstanî diyalogê bikin
    Etîketan:
    kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de