05:21 12 Kanûn 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê Tirk bangî Amerîkayê kir: Em biaxivin

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê tirk Binali Yildirim di civîna partiya xwe AKPê de axivî; “Li welatê me xetereya ewlehiyê tune ye. Ji bo ewlehiya hemû nûnerên dîplomatîk tevdîrên me didomin. Di vê rewşê de astengiya vîzeyan nakokiyeke mezin e.”

    Serokwezîrê tirk Binali Yildirim di civîna heftane ya asayî ya partiya xwe AKPê de li Parlemana Tirkiyê de axivî. Di axaftina xwe de di serî li ser qeyrana vîzeyan ya bi Amerîkayê re, derbarê helwesta Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din de axivî.

    ‘ME BI HEMAN ŞÊWEYÎ BERSIV DA'

    Dewlet pirsgirêkên di navbera xwe di diyalogan çareser dikin. Di navbera welatan de dostanî û neyartiya daîmî guncaw nîne. Ya ku têkiliyên di navbera welatan de diyar dike berjeweniyên hevbeş in. Tevî vê yekê dema ku ev dewlet muttefîkên hev bin hewce nake ji bo pirsgirêkna welatiyên xwe sizadar bikin. Em bangî Amerîkayê dikin ku bi aqilê selim tev bigere. Divê pirsgirêk demildest were çareser kirin. Ji bo çareseriyê hemû rêyên me vekirî ne.

    'QEY EMÊ DESTÛRÊ JI WAN BISTÎNIN'

    Rayedarên Amerîkî rûdanên vê dawiyê wekû sedem nîşan dan û û ragihand ku vîze rawestandine. Rayedar dibêjin ku veya ji bo kuhjmara kesên ku têne balyozxaneyan kêm bikin kirine. Ev sedem hîç rasteqîne nîn e. Lewra nîyeta xwe eşkere kirin. Dibêjin ku me derbarê lêpirsina FETOyê de hin xebatkarên dezgeyên Amerîkî de doz vekiriye. Em dê elbet dozê vekin. Qey em dê ji begefeniyan destûrê bistînin û got "Tirkiye welatekî dadperwer e"

    ‘ÊDÎ BI TENÊ MUXATABÊ ME RÊVEBERIYA NAVENDÎ YA IRAQÊ YE'

    Em referandûma li Herêma Kurdistanê bi fikar dişopînin. Dema ku hemû Rojhilata Navîn bi DAIŞê re dilebikî wan ev rewş weke fersendkê dîtin û referandûm kirin. Ev hewldana yekalî li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê ne qenûnî ye. Hêj ku rê nêzîk e divê ji vê helwesta şaş vegerin. Jê û pê de muxattabê me dê bi tenê Rêveberiya Navendî ya Iraqê be. Me bûnerên xwe şandine Herêmê, me perwerdehiya xwe ya bo pêşmerge bidawî kir. Me televizyonên wan ji staleyta TurkSatê derxistin. Me li ser sînorî dest bi tetbîqên leşkerî kir. Tevdîrên me yên bo Herêma Kurdistanê teqez ne birayên me yên Kurd, Ereb, Asûrî û Êzdî ne lê ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistanê ne. Em dê destûra tevgerên wisa nekin. Di vî babetî de dê tevdîrên me bidomin."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Em dê li Idlibê bi Rûsyayê re bixebitin
    Yildirim: Ji vir û pê ve çi bibe di stûyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ye
    Yildirim: Kê soz daye ku kurdên wir dê di şertên baştir de bijîn
    Yildirim ji bo referandûmê: Em ê bi Iraq û Îranê re bixebetin
    Yildirim bertek nîşanî wezîrê alman da: Eletewş axiviye
    Yildirim ji bo referandûmê: Dibe gavên leşkerî jî hebin
    Yildirim ji bo referanduma serxwebûnê got: Wê hisab bidin
    Etîketan:
    AKP, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de