06:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    hdp-mîtîng

    Cubbelî Ahmet Xoce: 90 ji sedê HDPyiyan nimêjê dikin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Ahmet Mahmût Unluyê ku wekî Cubbelî Ahmet Xoceyê tê nasîn, di axaftineke xwe de got, "Cihê ku rêjeya nimêj û destnimêjê ya herî lê zêde Rojhilatê Başûr ê Tirkiyeyê (herêma bajarên Kurdan). Ez ji herêma Behra Reş im lê li aliyê me rêjeya nimêj û destnimêjê nêzîkî sifirê ye."

    Ahmet Mahmût Unluyê ku di nava rayagiştî de wekî Cubbelî Ahmet Xoce tê nasîn, di axaftineke xwe ya vîdeoyî ya 28ê Îlona 2017an de behsa rêjeya nimêjê ya li bajarên kurdan ên li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku wan bajaran gava mele bang didin mizgeft wekî rojên Îniyê tijî dibin lê li Fatîhê mizgeft vik û vala ne.

    Cubbelî ragihand ku "90 ji sedê kesên ku deng didin HDPê nimêjê dikin" û got, "Cihê ku rêjeya nimêj û destnimêjê ya herî lê zêde Rojhilatê Başûr ê Tirkiyeyê (herêma bajarên Kurdan). Ez ji herêma Behra Reş im lê li aliyê me rêjeya nimêj û destnimêjê nêzîkî sifirê ye. Ez rastiyê dibêjim. Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Tirkiyeyê can û cegera min e, ez destê kesên ku diçin nimêjê, cimaetê maç dikim."

    Cubbelî ligel vê yekê di berdewamiya axaftina xwe de PKKê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û malbata wî wekî 'dostên siyonîstan' tawanbar dike û nifirên tund li wan dike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDPê bû cîgirê serokê NATO-PAyê
    Ji Serokê MHPê Bahçeli daxuyaniya HDPê
    Ji Palementera HDPê Çelik re 6 sal ceza hate birîn
    HDPê bersiv da gotinên Erdogan
    Ji HDPê daxuyaniya mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyeyê bo Kurdistanê
    Ji parlamanterên HDPê yên jin re mikrofon hat qedexe kirin!
    Etîketan:
    HDP, Cubbelî Ahmet Xoce, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de