12:31 20 Hezîran 2018
Vekolîna dîrokî

Li navçeyeke kurdan amûreke dirûtinê ya 7500 salî hat dîtin

© Fotolia / Sebastian Corneanu
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hinek lêkolînerên kavilên dîrokî amûreke dirûtinê ku vedigere 7500 salî li navçeya Pazarcixa kurdî ya Mereşê keşif kir.

Serokê tîma vekolînan li girê Domuztepeta Pazarcixê Halil Tekin ragihand ku wan amûreke dantelan dîtiye ku dişibe pênûseke biniçik û li gorî agahiyan ji bo dîzayina çerman û dirûtina wan dihat bikaranîn.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, bi wê amûrê pêşî çerm dihatin kunkirin berî ku bên dirtûtin

Tekinî destnîşan kir ku ew amûr ji hestiyan hatiye çêkirin û vedigere serdema kevirî anku tê texmînkirin kevnariya wê bi qasî 7500 salî be.

Li gorî Tekinî, ev amûr destnîşan dike ku niştîcihên wê demê sûd ji çermên ajalan werdigirt.

​Herwiha niştîcihên wê serdemê koçber bûn û bi pez û ajalan debara xwe dikir.

Bi heman mijarî:

Dengbêjê Hamlet a Kurdî bû Goşto!
Belgefilma Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê sibê dê bê weşandin
HDP: EV 94 sal in, fişarên li ser zimanê kurdî dewam dikin
Meral Beştaş: Lêkolîna parlamentoyê bo tespîtkirina mexdûriyetên zimanê kurdî xwest
Li ser cîhana sanal fûara pirtûkên kurdî
Stranên kurdî yên berî 100 salî hatin weşandin
Bawerînameyên bi kurdî li zarokên Girê Spî hatin belavkirin
Piştî Serdar Ortaç vê carê Kiraç jî bi diziya stranên kurdî tê tawambarkirin
Etîketan:
dirûtin, amûr, Halil Tekin, Tirkiye, Mereş, Pazarcix
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de