02:11 19 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Parlamenterên AKPeyî giliyê bûrokratan kir

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

AKP bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî 41 mehan li kampa Afyonê civiyan. Di kampê de mijara herî zêde ku hate nîqaşkirin giliyên parlamenterên AKPê bû.

Parlamenterên AKPê yên li kampa Afyonê ji olîgarşiya bûrokratîk gazin kirin û ji Erdogan re gotin ‘ bûrokratên ku karê xwe baş nakin û dernakevin telefonên me hene.'

Serokwezîr Binali Yildirim di rûniştina duyemîn de bersiva 37 pirsên parlamenter û wezîran da. Erdogan jî di rûniştina roja duyemîn de gilî û gazinên parlamenter û rêvebirên rêxistinan guhdar kir.

Hinek parlamenterên li kampê di gazinên xwe yên Erdogan û Yildirim de gotine ‘em dibêjin me wesayet ji holê rakiriye, lê hê jî olîgarşiya bûrokratîk dewam dike. Hinek bürokrat karê xwe baş nakin û dernakevin telefonên me. Bûrokrat bi forsa xwe, xwe li ser siyasetê dibînin. Gelek caran em hewld didin ku xwe bigihînin wan, lê dernakevin telefonên me. Hinek şaredar li dijî dozê tevdigerin û di kare xwe de qels dimînin."

Bi heman mijarî:

Berdevke PDKT:Gelek teşkîlatên AKP yên kurd, PDKT yî ne
Baydemir: Çima AKP û CHP dengê xwe ji referanduma Katalonyayê re dernaxînin
'Sedema hevalbendiya AKP û MHPê HDP ye'
Tanrikulu: AKP bûye desthilatdarîya dozer û TOMAyê
Mîroglu: AKP li herêmê lawaz bibe, dê aqûbeta hilbijartina Hezîranê dubare bibe
Baydemir: Ey AKP, bi vegera politikayên şer we winda kir
Etîketan:
AKP, Serokomarê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Afyon, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de