08:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    ‘Amerîka li hemberî TSKê piştgiriyê dide El Qaîdeyê'

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî operasyona Idlîbê ya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê ku bi Rûsyayê re bi kordînelî da destpêkirin, hat îdîakirin ku Amerîka li Idlîbê piştgiriyê dide grûbên nêzî El Qaîdeyê.

    Rojnameya Aydinlikê di nûçeya xwe ku dispêre malpera Enab Baladî ya nêzî muxalefeta Sûriyeyê de ragihand ku rêvebiriya Washîngtonê piştî 2 mehan dîsa piştgirî da grûbên cihadîst ên girêdayî El Qaîdeyê.

    Li gorî îdîayan, Navenda Operasyona Leşkerî (MOM) ya Amerîkayê ku li Tirkiyeyê fealiyetên xwe dimeşîne dest bi piştgirîdayîna grûba Ceyşul Nasir ku nêzî rêxistina Eniya El Nûsraya girêdayî El Qaîdeyê ye.

    Rêvebiriya Amerîkayê di çarçoveya vê stratejiya nû de têkilî bi hinek grûbên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku tevlîbûna Astanayê qebûl nekiribûn danî û garantî da ku wê piştgiriya wan bike. Ev grûbên navborî piştgirî dabûn êrişa Eniya El Nûsra ya Hemayê ku di 19ê Îlonê de pêk hatibû.

    Bi heman mijarî:

    VÎDYO - Rûsya, li Hema, Idlîb û Himûsê li çeperên DAIŞê da
    'Wesayîtên Artêşa Tirk bi çavdêriya Tahrîr El Şamê ketine Idlîbê'
    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    Koçberên ku Tirkiyeyê şandibûn Idlîbê vegeriyan Efrînê
    Milîtanên El Nusrayê ji herêma Libnanê vedikişin Idlîbê
    'Dibe ku Tirkiye leşker bişîne Idlîbê û mudexaleyî El Nusrayê bike'
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Enîya El Nûsra, Artêşa Tirkiyeyê, Idlîb, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de