06:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump

    ‘Krîza dîplomatîk a navbera Amerîka û Tirkiyeyê wê zêdetir bibe'

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagci ragihand ku gengeşiya navbera Enqere û Washîngtonê de hê jî zêdetir bibe.

    Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagci di axaftina xwe ya televîzyona rûsî Russia Todayê (RT) de ragihand ku ji bo ku herdu alî ne bi biryar in gengeşiya navbera Enqere û Washîngtonê de hê jî zêdetir bibe.

    Huseyin Bagci di berdewamiya axaftina xwe de têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê nirxandin û got: "Di dîrokê de ev cara yekemîn e ku têkilî wiha dibin û ev dê hê jî zêdetir bibin. Ji bo ku hem Tirkiye û hem jî Amerîka amade ne ku li hemberî hev tekoşînê bikin. Di rojên pêş de wê serî li bergiriyên nû bidin. Herdu alî jî dê winda bikin."

    Bagci di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ne tenê di mijara Sûriyeyê de nelihevkirinek di navbera Tirkiye û Amerîkayê de heye. Pirsgirêk pir in û ev pirsgirêk çiqasî zêde bin zirar jî hewçend zêde dibe. Ev rewş dê zêdetir bandorê li Tirkiyeyê bike. Ev demeke dirêj e Tirkiye daxwaza îadekirina Fethullah Gulen dike û Amerîka vê daxwazê bi paş dixe. Helbet ev jî dibe sedema aciziyekê."

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    ‘Tirkiye nerazîbûna xwe bo têkiliyên hêzên kurd Rûsya û Amerîkayê da nîşandan'
    Dîplomatê Navdar ê Amerîkayê: Dê Tirkiye û YPG li hev bên
    Rûsya: Terorîst li Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê ji karê milkfirotinê pere qezenc dikin
    "Tirkiye û Amerîkayê li hev kir, YPG li derve ma"
    Amerîkayê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê cara yekem e ev tişt kir
    Etîketan:
    Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, Huseyin Bagci, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de