04:23 16 Kanûn 2017
Zindî
    Alên Amerîka û Tirkiyeyê

    Pisorê Rûsî: Tirkiye û DYA nabin dijminên hev

    © REUTERS/ Darren Ornitz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Rûsî Andrey Suzdaltsev li ser mijarên nelihevîya navbera Enqere û Washingtonê da xuyakirin, Enqere partnera stratejîk a Washingtonê ye û dê wisa jî bimîne.

    Suzdaltsev rakeşiya navbera Amerîka û Tirkiyê ji Spûtnîkê re şîrove kir û got, "Dê Tirkiye û Amerîka nebin dijminên hev. Ev ne pêkan e. Digel ku zehmetiyên pêwendiyên dualî hebin jî derketina Tirkiyê ji NATOyê û berdana hevkariya digel Amerîkayê nayê pêşbînîkirin. Pêwîst e neliheviyên vê dawiyê yên navbera aliyan, wekî geşedanên taybet werin nirxandin. Divê em li ber çavan bigirin ku dê Tirkiye wekî endameke girîng a NATOyê û hevalbendeke stratejîk a Amerîkayê bîmîne."

    'DÊ AMERÎKA PIŞTGIRIYA ERDOGAN BI PÎVAN BIDOMÎNE'

    Li gor Suzdaltsev Amerîka ji zêbûna hêz û girîngiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan metirsdar e, lê belê ji ber girîngiya Tirkiyê li herêmê, dê Amerîka piştgiriya bo Erdogan bi awayekî bi pîvan berdewam bike.

    Suzdaltsev herwiha got ku helwesta Amerîkayê ‘şerê dîplomasiyê' de, nîşan dide ku bingeheke tohmetbarkirina Tirkiyê ya Amerîkayê jî heye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hilbijartinên Herêma Kurdistanê nayên paşxistin’
    Ji Malikî şertê dîyalogê: Referandûmê hilweşînin û werin
    Erdogan: Em tevîkirina neqanûnî ya Kirimê nas nakin
    ‘Diyaloga bi Ocalan re dê Tirkiyê rehet bike'
    Pûtîn îmze kir: Rûsya êdî dikare leşkerên biyanî bişîne derveyî welêt
    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Navên kurdên ji aliyê leşkerên Tirk ve bi awayekî tazîkirî hatin desteserkirin, eşkere bûn
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de