02:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Ebadî Serokwezîrê Tirkiyeyê vexwende Bexdayê

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew vexwendiye Bexdayê.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji rojnamevanan re eşkere kir ku li ser vexwendina Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ew dê serdana Bexdayê bike.

    Yildirim destnîşan kir ku, "Ev serdan giring e, lewra em amadekariyên vê serdanê dikin."

    Derbarê hebûna leşkerên Tirkiye yên li herêma Başîkê de Yildirim got: "Leşkerên me yên li Başîkê ji bo perwerdeya parastvanên Nînowa û şerê li dijî DAIŞê li wê derê ne. Ji ber vê divê hebûna wan li wir nebe pirsgirêkeke mezin."

    ‘ME DERIYÊ OVAKOYÊ PÊŞNIYAR KIR'

    Derbarê deriyê sînor ê Xabûr û Îbrahîm Xelîl de Serokwezîrê Tirkiyê wiha got:

    "Deriyê Xabûrê xizmeta Bakûrê Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê dike. Bêguman mafê Iraqê heye vê deriyê bigre. Di vê mijarê de ji bo karên me yên bazirganî û birayên me yên tirkmen, kurd û ereb zirarê nebînin me ji wan re deriyê Ovakoyê (Pişxabûr) teklîf kir. Em di vê mijarê de arîkariya Iraqê dixwazin."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim ji bo referandûmê: Em ê bi Iraq û Îranê re bixebetin
    Yildirim ji bo referanduma serxwebûnê got: Wê hisab bidin
    Yildirim ji bo referandûmê: Dibe gavên leşkerî jî hebin
    Yildirim: Ji bo S-400 me li hev kir, biryara dawî wê Komîteya Pîşesazî ya Parastinê bide
    Etîketan:
    referandûm, vexwendin, Haydar el-Ebadî, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de