13:02 17 Kanûn 2017
Zindî
    Ahmet Turk

    Ahmet Turk: Referandûma li Kerkûkê şaş bû

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 20

    Ahmet Turk diyarkir ku Tirkiye nikare li ser Mûsil û Kerkûkê maf îdîa bike û referandûma li Kerkûkê rexne kir û got ku, "Di mijara Kerkûkê de referandûmek pêşin nehat kirin. Turk li ser rola Tirkiyeyê li herêmê de jî destnîşan kir ku eger bi kurdan re sîyasetek aştiyane bida meşandin dê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn dikariya tiştek bikira."

    Sîyasetmedarê kurd Ahmet Turk têkildarî rojeva sîyasî ji ajansa Sputnik Kurdistan re axivî. Turk niqaşên li referandûma Herema Kurdistanê û helwesta Tirkiyeyê nirxand û wiha axivî: "Ferasetek ku Kurd li Rojhilata Navîn weke tehdit tên dîtin heye. Ji bo maf û hiqûqa kurdan tune be berxwedanek heye. Li dijî ve helwestek kurda heye. Li Kurdistana İraqê kurdan ji bo tayînkirina pêşeroja xwe referandûm çêkirin. Tu eleqeya wê bi Tirkiyeyê ve tune ne û bi salane têkiliyê wan bi Tirkiyê re baş bûn. Lê dema ku kurdna daxwaza mafên xwe kir wê demê helwestek dijminatî nîşan dan û bi birçibunê terbîye û girtina sînoran anîn rojevê."

    ‘TIRKİYE NIKARE LI SER MÛSIL Û KERKÛKÊ MAF İDİA BIKE'

    Turk mijara Kerkûkê jî nirxand û got: "Tirkiye nikare li ser Kerkûk û Mûsilê maf îdîa bike. Behsa tirkmenan dikin lê tirkmen dema rastî zilma Sedam hatin û ji ber zilmê revîyan tu kesî deng dernexist. Lê dema ku mijar dibe kurd be qerta tirkmenan derdixin. Mijara Mûsil û Kerkûkê mijarek berê ye. Di sala 1926an de mafê mudaxaleyê nedan Tirkiyeyê. Di sala 1946an de ev qanûn bi tevahî hat rakirin. Her wiha qerta Kerkûkê tenê ji bo kurdan derdixin."

    ‘DIVÊ JI BO KERKÛKÊ REFERANDÛMEK PÊŞIN BIHATA KIRIN'

    Turk têkildarî referandûmê rexneyên xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Me ji bo referandûmê hinek rexne kirin. Me got dema parlamanto girtî be û biryara referandumê partiyên sîyasî bigire ev kêmasi ye. Derfeta Parlamentoya Kurdistanê ya rewakirina referandumê hebu lê komnebu. Di mijara Kerkûkê de referandumek pêşin ne hat kirin. Dîsa jî çuna gel ya referandumê mafê gel e. Divê hemu kes rêz bigire û em jî rêz digirin."

    ‘HELWESTA TIRKIYEYÊ DIBE KU BIBE SEDEMA ŞEREKİ NÛ'

    Turk têkildarî referandumê helwesta Tirkiyê jî rexne kir: "Helwesta Tirkiyeyê ne rast e, dibe ku şerekî nû bîne rojevê. Li Rojhilata Navîn şerekî nû ne hêsan e. Şertên çun û mayîna li cihekî tune ye. Gelekê bi rêxistin biryara xwe daye û qebul nake. Tiştek wiha dê zirarê bide gelê kurd û gele Tirkiyeyê. Hêvi dikim ku bi rêya diyalogê pirsgirêk were çareserkirin."

    ‘ÊDİ ÇEK Û ŞER PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKE'

    Turk anî ziman ku li Tirkiyeyê referandûmek weke Herema Kurdistanê ne mimkune û sedemên wê wiha anî ziman: "Şertên Iraq û Tirkiyê cuda ne. Li Tirkiyeyê heger li bajarên kurdan 15 milyon kurd li bajarên kurda dijî li rojhilatê Tirkiyê jî 15 milyon kurd dijî. Dîrokek bi hevre heye. Li Iraqê ne wiha ye. Li Baxdayê 300-400 hezar kurd dijî lê yê di hemu li ser axa xwe dijîn. Biratîyek dîrokî tune ye. Li Tirkiyê cuda ye. Divê pirsgirêkên dewletan cuda werin dîtin. Şert û merc tene guhertin. Divê hemu gel azad bibin lê neyên hemberî hev. Sîyaseta me wiha ye. Li vir kurdên herî radîkal konfederalizmê tênin ziman. Êdi çek û şer pirsgirêkan çareser nake."

    Ahmet Turk
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Ahmet Turk

    ‘DI BÊARAMİYA HEREMÊ DE ROLA EWROPA MEZIN E'

    Turk helwesta Ewropa jî rexne kir û ev bang kir: "Divê Ewropa ne bi zexta bi diyalogê pirsgirêka çarser bike. Heger li cihekî pirsgirêkek derkeve ne bi şandina leşker û çekan û mudaxaleyan bi rê yên demokratîk were çareserkirin. Di bêaramîya heremê de rola Ewropa mezin e. Rêyek hesin çêkirine û nêvî yê eşîrek kurd li Surî nêviyê di li Tirkiyê maye. Ev biryara xelet berê ji aliyê Ewropa hatîye dayîn. Heger Tirkiye bi kurdan re sîyasetek aştîyane bida meşandin dê ji bo demokratîkbuna Rojhilata Navîn tiştek bikira."

    ‘JI BO PÊVAJOYEK NÛ DIVÊ MEKANİZMA YA ÇAVDÊRİ HEBE'

    Siyasedmedarê kurd, ji bo pêvajoya çereseriyeke nû li Tirkiyeyê wiha axivî: "Berê pêvajoya aştiyê çêbu. Di vê pêvajoyê de pirsgirêk derketin. Eger di vê pêvajoyê de mekanîzmaya çavdêrî hebuna pirsgirêk ên wiha dernediket. Em naxwazin hun li ser Tirkiyeyê zexta bikin. Kurd ne aligirên aştiyê ne an dewlet? Di vê mijarê de xebatekê bi meşînin û bi awayek demokratik beşdarî vê mijarê bibin. Li ku pirsgirêkek hebe ne tenê wir hemu cihanê eleqedar dike. Heger ev çiqas pêvajoyek tarî be ez bawerdikim ku ev wiha naçe."

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: Cihê Mam Celal di dîroka Kurdistanê de gelek cuda ye
    Delegasyona YEyê li Mêrdînê bi Ahmet Turk re referandûm nirxand
    Ahmet Turk: Di xeyala her Kurdî de Kurdistaneke serbixwe heye
    Ahmet Turk: Divê gelê me vê zilmê jibîr neke
    Erdogan bertek nîşanê berdana Ahmet Turk da: We çawa berda?
    Etîketan:
    pêvajo, kurd, referandûm, Sputnik, Ahmet Turk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de