12:27 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkük-bayrak

    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 30

    Dîroknas û Nivîskarê tirk Erdogan Aydin, derbarê Mûsil û Kerkûkê de agahiyên girîng dan. Aydinê ku xwe dispêre daneyên nifûsê ên ku dem bi dem hatine kirin û dibêje, "Mûsil û Kerkûk her tim bûne şûnwarê kurdan."

    Erdogan Aydin, ragihand ku ji berê de Mûsil û Kerkûk herêmeke wisa ye ku dema ku navê wê tê bilêvkirin yekser Kurdistan tê bîra mirov. Ereb û Tirkên ku vê dawiyê hatine vê derê ev der şilfîtazî nedîtine, lewra kurd li vir bûne.

    ‘EREB Û TIRK VÊ DAWIYÊ HATINE HERÊMÊ'

    Dîroknas Aydin dibêje ku li Herêmê bicîbûna Ereban piştî salên 700-750î bicî bûne. Herwiha piştî salên 1000-1050 î û bi şûndê rastî li herêmê rastî şûnşopa tirkan tê. Lê îro divê mirov hay ji pekhateyên din hebe, wan înkar neke. Ev pêkhate ji xwe re di nava qonsepta hiqûqê de jiyaneke hevpar dirûst bikin.

    ‘LI GORÎ îSMET ÎNONU Û LORD KURZON LI HERÊMÊ NIFÛSA KURDAN ZÊDETIRÎ GELÊN DIN E'

    Li gorî daneyên ku Îsmet Înonû dide li herêmê bi tevahî 503 hezar însan dijîn. Ji vana 264 hezar kes kurd, 146 hezar kes tirk, 43 hezar kes ereb in, her wiha hejmara êzîdîyan jî 18 hezar e. Ev tablo bi me dide xuya kirin ku Kerkûk Herêma Kurdan e. Dîsa li gorî Wezîrê Dervê yê Îngilîztanê yê wê demê Lord Kurzon, li herêmê 455 hezar kurd, 186 hezar ereb, 66 hezar jî tirk jî dijiyan.

     

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    MUSIL - Amerîkayê ji bo operasyonê biyar da!
    Berpirsê Pêşmerge: Heta 15 rojan Musil rizgar dibe
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Kerkûk ji bo ala Kurdistanê biryara xwe ya dawî dide
    'Kerkûk ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê îdarekirin'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de