13:15 21 Hezîran 2018
Sînorê Tirkiye û Sûriyeyê

Tirkiye li sînorê Sûriyeyê 21 qereqolan çêdike

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Tirkiye ji bo ewlehiya xwe biparêze li sînorê Sûriyeyê bi dirêjahiya 688 kîlometroyan dîwar ava kir. Ev dîwar li dinyayê 3yemîn dîwarê dirêj e.

Tirkiye piştî çêkirina dîwar niha jî li xeta sînor ji bo parastina ewlehiyê 21 qereqolan ava dike. Qereqol 7 metro fireh û 15 metroyan jî bilind e.

Li gorî nûçeya Bulent Aydemirê rojnameya Haberturkê, Tirkiye piştî çêkirina dîwar niha jî qereqolên çavdêriyê li ser sînorê Sûriyeyê ava dike. Qereqol wê li gorî ku 10 leşker bikaribin lê bimînin werin çêkirin.

‘HER 10 KÎLOMETROYAN WÊ QEREQOLEK WERE AVAKIRIN'

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku qereqol li gorî cih serê her 10 kîlometroyan carekê dê were çêkirin û leşker li ser xeta sînor her noqteya ku bixwazin dê bikaribin mudaxele bikin.

Bi heman mijarî:

Sewkiyata artêşa Tirkiyeyê bo sînorê Sûriyeyê dewam dike
Artêşa Tirkiyeyê navgînên leşkerî şandin ser sînorê Sûriyeyê
Artêşê li sînorê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir
Artêşa Sûriyeyê hin gundê li ser sînorê Reqa-Hûmsê rizgar kir
Artêşa Sûriyeyê gihîşte herêma Tanfê ya sînorê Iraqê
Etîketan:
Tirkiye li sînorê Sûriyeyê qereqolan ava dike, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de