13:01 17 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî û Avakarê YNKê Celal Talebanî

    Li Stenbolê ji bo Mam Celal merasîmek tê lidarxistin

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 0 0

    Li ser wefeta Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî û Avakarê YNKê Celal Talebanî, sibe 6ê Cotmehê li Stenbolê merasîmek tê lidarxistin.

    Merasîma taziyeya Talebanî, li Stenbolê ji aliyê kordîneya ciwanên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û endamên YNKê ve tê amadekirin ku dê gelek partî, sazî û kesayet beşdariya wê bikin

    Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî û Avakarê YNKê Celal Talebanî 3yê Cotmeha 2017an jiyana xwe ji dest da
    © Sputnik/
    Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî û Avakarê YNKê Celal Talebanî 3yê Cotmeha 2017an jiyana xwe ji dest da

    Sazkarên merasîma bîranîn û taziyeya Mam Celal a li Stenbolê, ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihandin ku merasîm li ser daxwaza biraziyê Celal Talebanî, Lahûr Talebanî tê lidarxistin û ew jî bi awayekî vîdyoyî beşdar dibe.

    Dê merasîm û taziyeya bo Celal Talebanî sibe 6ê Cotmehê roja Înê, di navbera saetên 15.00-17:00 de li Legacy ottoman Otel a Stenbolê birêve biçe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê ji bo Mam Celal taziye tê danîn
    ‘DAIŞê 2 hemwelatiyên Rûsî îdam kir’
    Endamê Kongreya Amerîka: Dibe ku helwesta bo Kurdistanê biguhere
    Ji bo Leyla Zana heta 15 salan ceza xwestin
    ‘Amerîkî li Sûriyê ‘bi piştevaniya terorê’ alozîyê çêdikin’
    Tirkiye hejmarek zêde tank şandin ser sînorê Kurdistanê
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de